Li eyaleta Xuzistan a Îranê roja 23’ê Gulanê li bajarê Abadanê avahiyeke 10 qatî ya ku dihate çêkirin, hilweşiya.
Waliyê Abadanê Îhsan Abbaspûr ji ajansa nûçeyan a Îrnayê re axivî û got, “Hejmara kesên di binê xirbeyê avahiyê de mane baş nayê zanîn, lê belê heta niha me 19 cenaze ji binê xirbe derxistin.”
Abbaspûr ragihand ku 37 kes bi saxî derxistin û birin nexweşxaneyê, piraniya wan jî baş bûye.
Rayedar diyar kir ku wê heta dawiyê karê lêgerîn û rizgariyê dewam bikin.