Li Kabûlê yek ji êrîşên herî giran ên vê salê hate kirin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê, êrîş li avahiyên hikumetê hate kirin û di encamê de 43 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku hêzên ewlekariyê dest li êrîşkaran werdan, şer derket û 7 saetan dewam kir.
Êrîş di demeke welê de hate kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bi Talîbanan re danûstandinê dike û biryar hate dayin ku leşkerên Emerîkî ji Efganîstanê werin vekişandin. Fermandarekî Talîbanê jî biryara vekişînê bi kêfxweşî pêşwazî kiribû.
Roja Duşemê piştî nîvro, kesên çekdar wesayiteke bombebarkirî teqandin û piştre ketin hundirê avahiyên hikumetê. Karmendên ketin nava panîkê reviya û tê gotin ku hinekan ji wan xwe ji paceyan avêtine. Bi sedan kes li avahiyan asê man.