Tevî ku tenê 10 roj mane ji bo bidawîbûna dema wezîfeya Doland Trûmp, gelek hilbijartî û siyasetmedar dibêjin ku divê îstifa bike. Daxwaza îstifayê ji eniya Komargeran jî gelekî tê kirin.
Ji senatorên Komarger Ben Sasse, Lîsa Mûrkowskî û Pat Toomey ji CNN’ê re axivîn û diyar kirin ku îstifakirina Trûmp rêya herî rast e.
Toomey diyar kir ku ji dema ku di hilbijartinên 3’ê Mijdarê de têk çûye û vir ve Trûmp “dîn” bûye û ev yek nedihate texmînkirin.
Trûmp ê ku li Qesra Spî ye, ti daxuyanî neda. Trûmp ku navbera wî û Alîkarê Serok Mîke Pence xera bûye, her wiha têkiliya wî ya bi gelek wezîran jî sar bûye.