Girtiyên li girtîgeha Kandirayê bang li her kesî kirin ku çalakiyan mezin bikin. Girtiyan got, “Divê ji bo rehetkirina wijdanê xwe çalakiyên pasîf neyên kirin. Heke em qîrîna zindanan a azadiyê bibihîzin, serketin wê ya me be.”
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê de ketin greva birçîbûnê, di derbarê tecrîda Îmrali û berxwedanên tên kirin de nameyek nivîsîn.
‘DIVÊ EM ROLA XWE BILÎZIN’
Nameya girtiyan wiha ye:
“Pêvajoya niha em dijîn, pêvajoyeke dîrokî û xwedî taybetiyên xweser e. Nexasim ji bo gelê Kurd û Kurdistanê pêvajoyeke şoreşê ya zehmet a ku em çarenûsa xwe diyar bikin e. Divê em bi serwextiyên pêvajoyên berê hatî wergirtin, kêlî bi kêlî vê pêvajoyê hîs bikin, encaman jê derxin û rolê xwe bilîzin.
Bi pêşengiya hevrêya me Leyla Guven, bi dirûşmeya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ bi giyana fedaî berxwedanek hat destpêkirin. Hevrê Leyla, 3 mehên tijî berxwedan li pey xwe hiştin. Bi têkoşîna derve re çalakiya me her ku diçe bandora xwe zêdetir dike û didome. Ev gelek watedar e. Gelê me û hemû dost xwedî li vê berxwedanê derketin. Bi vê xwedî derketina mezin têkoşîn û berxwedana topyekun a gel destpê kiriye..
‘NE JI BO REHETKIRINA WIJDANA XWE, JI BO ENCAMGIRTINÊ…’
Lê belê weke tê zanîn berxwedanên greva birçîbûnê asta krîtîk ji zû de li pey xwe hiştiye. Êdî pirsgirêkên jiyanî yên berxwedêran rû didin. Ango berxwedêr di sînorê mirinê de ne. Lewre niha pêwîstî bi pêşengiya gel û lehengiyeke gel a şoreşgerî heye. Gelê me, dostên me û hemû derdorên bihîstiyar di mijara fedariyê de tu fikaran najîn. Lê belê ev bi serê xwe ne bes e. Heke fikarek nîn be divê berxwedaneke mezintir, bi çalakiyên mezintir bê raberkirin. Çi bê kirin divê niha bê kirin. Mirov di kêliyê de bi ser dikeve. Lewre divê em ji kûr ve vê hîs bikin.
Di serî de hevalên me yên rista pêşengiyê girtî ser xwe, divê her kes bi giyana pêşengiyê vê bike. Çi pêwîst be, mixatabê mijarê dewlet ji çi zimanî fêm bike, divê her kes wisa bike û jê re wisa vebêje.
Divê çalakiyên me ji rehetkirina wijdana xwe wêdetir ji bo encamgirtinê bin. Ji bo wê divê çalakiyên pasîf yên rehetkirina wijdana xwe neyên kirin. Ev wê bibe ‘hevrêtiya nebes’. Heke tu fikar û gumanên me nîn bin wê demê hê dereng nebûyî em bikevin tevgerê; hers, nerazîbûn û êşa xwe raber bikin hê dereng nebûyî. Bihêlin bila agirê hundirê me, me bişewitîne. Em bişewitînin derdora xwe, nesekinin li cihê xwe. Heke em bişewitin em tev bi hev re bişewitin, bi hev re bihelin!
Belê tiştekî me yê windakirinê nîne. Lê belê êdî em nikarin çavên xwe jê re bigirin ku ronahiya me ya tijî evîn Rêber APO bêtir êşkencê bikêşe. Em nehêlin ku ew dayika delal, hevrêya bedew, mirova xweşik Leyla Guven û Nasir Yagiz û gelek hevrêyên din winda bikin. Bêyî ku em bimirin jî em dikarin tecrîdê bişkînin. Dilê me hew zêde rananke ku em hevrê û canên xwe ji dest bidin. Em vê meha bi lanet Sibatê hê bêtir bi êş, jan û hêsirên çavan danegirin. Ev ji me tê. Ev hêz di dil û giyana me ya fedarkar de veşartî ye. Bes ku em bikaribin wê derxin derve û bijîn.
‘NIHA NEBE KENGÊ?’
Pişî vê saetê, divê her hevrê, her mirovê me vê ji xwe bipirse û bi çalakiyê bersiv bide: Ez nebim kî? Niha nebe kengê?
Em bawer in ku heke em qêrîn û vîna azadiyê ya di hundirê xwe de guhdar bikin, wê serkeftin jî ya me be. Lewma em ‘Bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’.”