Li gel peymana parvekirina agahiya otomatîk jî Tirkiye agahiya darayî Elmanya jî di nav de neda 6 welatên Ewropayê. 6 meh wext dane Tirkiyê an na wê wê Tirkiye bikeve lîsteya welatê ku bacê dixwe.

Li gel ku Peymana Transferiya Agahiya Otomatîk ku di nav welatên OECD’yê de bi mebesta pêşî li xwarina bacê û fihilkirina pereyên deryasayî were gritin, 2017’an hatibû îmzekirin jî, ji ber ku dewleta Tirk hê jî şertên peymanê bi cih neaniye di navbeyna Yekîtiya Ewropayê (YE) û rejîma Enqerê de bû sedema krîzê.

Tirkiye ya ku hesabên xwe yên benqeyan û hemû tiştên heyî li welatên îmzekir vekirî û bi çarçoweya peymanê ku 110 welat alî ne, Tirkiye cara pêşî 2018’an ji bo parvekirina agahiyên darayî ya otomatîk heta 2020’an du caran wext xwestibû. Lê li gel ku ev mehek zêdetir e wext xilas bûye jî hê peywira xwe bi cih neaniye, ji ber vê mijar di civîna wezîrên darayî yên welatên YE’yê de bû rojev.

Wezîran hişyarî dane rejîma Erdogan ku berpirsyariyên têkoşîna dijî xwarina bacê bi cih nayîne û li ser mijara bacê ne zelal e û diyar kirin heke na, wê Tirkiye bikeve nav welatên ku bacê dixwe. Wezîran ji bo ku Tirkiye agahiyê bide heta Hezîranê wext dane rejîma Enqerê. Heke heta Hezîranê jî Tirkiyê agahiyê par ve neke Îlonê dîsa wê were rojeva civînê û û Cotmehê Tirkiye wê bikeve ‘lîsteya reş” a welatên ku bacê dixwin.