Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît beşdarî bernameya taybet a televîzyona medya haberê bû, tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê û têkoşîna li dijî wê nirxand û wiha got:

Tecrîd ev 26 sal in dewam dike. Ji adara 2021’ê ve jî ti agahiyekê ji Rêber Apo nayê girtin. Tecrîdê tê wê wateyê ku li Kurdistanê siyaseta qirkirinê jî dewam dike.

Hêlîn Umît di têkoşîna li dijî pergala tecrîdê de bal kişand ser girîngiya têgihiştina rastiya Rêber Apo:

Heke em bi layiqî Rêber Apo fêm nekin, em ê nikaribin têkoşîna xwe jî rast bimeşînin. Her ku em di heqîqet û paradîgmaya Rêber Apo de kûr dibin, wê tecrîd jî têk biçe.Ji bo wê jî bi fêmkirina Rêber Apo em dikarin têkoşîna xwe hîn kûr bikin û bi ser kevin.

Hêlîn Umît, da zanîn ku rastiya Rêber Apo nûnertiya pergala azadiya gelê Kurd dike û li dijî vê pergala qirkirina Îmraliyê hatiye afirandin û got:

Rêber Apo rêbertî ji bo azadî û serfiraziya gelê Kurd dike. Dema em dewa azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin, weke civak em dewa azadiya xwe dikin. Madem wisa ye lazim e em li her derê daxwaza xwe ya hebûn û azadiyê bînin ziman. Lazim e em têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin. Hingê encam wê serketin be.

Hêlîn Umît diyar kir ku rêya şikandina tecrîdê û avakirina jiyana azad bi bendewariya ji dewletê nabe, ev encax bi rêya rêxistinbûn û têkoşînê pêk bê:

Em weke gel nabe ku ji dewletê bendewariyek me hebe. Ji bo şikandina tecrîdê jî weke ku em lava bikin, nabe em bang li dewletê bikin. Wê demê em ê çi bikin? Em ê xwe bi rêxistin bikin, gurçûpêç bikin, bibin îrade. Dema civak di her qadê de xwe bike îrade ti hêzek nikare li berê bisekine, rastî ev e.

Helîn Umît bal kişand ser berxwedana li zindanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî û peyama berxwedêran bi vî rengî şîrove kir:

Berxwedêrên li zindanan bi çalakiya xwe peyamek didin civakê. Peyama wan ev e; çalakî û berxwedana li derve qels e ji ber wê em vê çalakiyê dikin. Lazim e, civak, hêzên demokrasiyê peyama wan rast fêm bikin û li gorî wê tevbigerin. Çalakiyeke watedar e, lazim e li ser pişta wan bi tenê neyê hiştin.