Dengê Amerîka (VOA) li ser navê çalakvan û lêkolîneran ragihand ku helwesta Amerîkayê ku di van demên dawîn de li dijî rayedarên PKK’ê derketiye, dibe ku derfetên aştiyê di navbera hikumeta Tirkiye û Kurdan de aloz bike.
Dengê Amerîka (VOA) di raporeke xwe de diyar kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de piştî ku keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest hate berdan, baş bûne û her du dewletan cezayên li ser rayedarên her du hikumetan rakirin.
Ajnasê destnîşan kir ku li hemberî vê yekê hin komên siyasî li Tirkiyeyê diyar kir ku ev tevgera Amerîkayê li dijî rayedarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê ziyanê bi aştiya li Tirkiyeyê bike.
Nunerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li Amerîkayê Cîran Ozgan ji ajansa VOA re got ku helwesta Amerîkayê der barê rayedarên PKK’ê de alîkariyeke eşkere ya xebatên leşkerî yên hikumeta Tirkiyeyê li dijî Kurdan e.
VOA da zanîn ku çalakiya aştiyê ku di sala 2013’an de di navbera hikumeta Tirkiye û PKK’ê de hatiye destpêkirin, piştrast kir ku her du aliyan ji bo bidawîkirina şer li hev diciviyan, lê ev civîn ji du salan ve hatine rawestandin. Ozgan wiha got: “Çalakiya aştiyê derfeteke herî guncaw ji bo bidawîkirina şer e. Divê Amerîka alîkariya vê çalakiya aştiyê li Rojhilata Navîn bike. Em bang li hikumeta Amerîkayê dikin ku serweriya xwe bi kar bîne û Tirkiyeyê ber bi maseya danûstandinan a bi PKK’ê re bibe.”
Rojnamevana Tirk Amberîn Zaman ji VOA re got ku hikumeta Recep Tayyîp Erdogan biryareke zelal da, da ku çalakiya aştiyê rawestîne û hevkariya xwe bi neteweperestan re kir û rayedarên HDP’ê hedef girtin û wiha anî ziman: “Erdogan tu guhertinan di vê çarçoveyê de nîşan nade.”
Amerîkayê di van demên dawî de miqdareke pere ji bo kesên ku agahiyan der barê cihê 3 rayedarên PKK’ê de bidin, veqetandin. Partiyên kurdî jî ev helwesta Amerîkayê şermezar kir û wek sûcekî li dijî giştî hêzên demokrasîxwaz û şoreşger li herêmê û cîhanê bi nav kirin.