Yek ji girîngtirîn pisporê parastinê yê Misrê generalê teqawîtbûyî Dr. Mûhammed Zekî al Elûfî diyar kir, helwesta Misrê ya li dijî desthilatdariya Tirk zelal e û li gorî vê tevdîr hatine wergirtin.
Dr. Mûhammed Zekî al Elûfî generalekî teqawîtbûyî yê artêşa Misrê ye. Elûfî ku di mijarên parastinê û leşkerî de pispor e, li Akademiya Nasir hîndekar e û şêwirmendiyê dike. Dr. Mûhammed Zekî al Elûfî ji ANF’ê re axivî.
GEFÊN LI SER MISRÊ
Dr. Elûfî diyar kir ku Misir bi gelek gef û êrişan rû bi rû ye û got, “Ji aliyê rojava ve Lîbya, ji aliyê başûr ve pirsgirêka Sed El Mehvba ya li Sûdan-Etiyopyayê, ji rojhilat ve meseleya Sînayê, li bakur jî rewşa li Derya Spî gefê li Misrê dixwin. Berê gefa herî mezin ji rojhilat û bakur dihate xwarin. Niha gefên nû û cuda hene. Em dikarin bêjin ku aliyên hevpar ên gefan hene ku ji çar aliyan ve li Misrê tên xwarin. Em jî hewl didin bi destwerdanên di hevdemî de çareser bikin.”
Dr. Elûfî destnîşan kir ku yek ji gefa sereke ya vê dawiyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê xwarin û got, “Dewleta Tirk bi 20 hezar çeteyên xwe bi rengekî nerewa des li Lîbyayê werdaye ku li rojavayê Misrê ye. Ev yek gef û pirsgirêk e. Çavkaniyên girîng ên petrol û gazê li Lîbya, bakurê Efrîkayê û herêmên li derdorê ne. Rewşa Lîbyayê ji bo Misrê hem ji aliyê ewlehiyê hem jî ji aliyê aboriyê ve girîng e.”
AKTORÊ SEREKE YÊ KU GEFÊ LI MISRÊ DIXWE TIRKIYE YE
Dr. Elûfî ragihand ku di nava van gefên ji çar aliyan ve tên xwarin de Tirkiye aktorê sereke ye û got, “Serok Abdulfetah Sîsî gelek caran bi daxuyaniyên xwe bal kişand ser vê yekê. Tirkiye ne tenê di ser Lîbyayê re gefê li Misrê dixwe, di heman demê de piştgiriyê dide avakirina Sed El Mehvba ya Etiyopyayê ku li ser Çemê Nîlê tê çêkirin û ev yek gefeke li ser Misrê.”
‘DEWLETA TIRK AVÊ WEKE ÇEKEKÊ BI KAR TÎNE’
Di vê çarçoveyê de Dr. Elûfî bi bîr xist ku dewleta Tirk avê weke çekekê bi kar tîne û got, “Tirkiye ava çemên Dîcle û Firatê li ser Sûriye û Iraqê dibire. Ev ne tenê meseleyeke aborî û siyasî ye, di heman demê de meseleyeke leşkerî û jiyanî ye. Birîna vê avê ne tenê gefê li jiyana gelên li Sûriye û Iraqê dixwe, her wiha metirsiyeke mezin e li ser qadên leşkerî û jiyanî. Bêguman av ji bo endustriyê û qadên çandiniyê tê bikaranîn. Hêzên leşkerî jî avê bi kar bînin û pirsgirêkeke rû bide bandorê lê dike. Yê ku herî zêde pirsgirêka avê bi kar tîne Tirkiye ye. Bikaranîna bi vî rengî wê salên bê bibe sedem ku şer li ser avê rû bide. Tirkiye bi rêya vê siyaseta şantajê wê salên bê bixwaze ku avê bi petrolê û gazê, yan jî avê bi petrol, benzîn û gazê biguherîne, bifiroşe.”
‘EM NEÇAR IN LI DIJÎ GEFAN TEDBÎRÊN XWE BIGIRIN’
Dr. Elûfî destnîşan kir ku li dijî van polîtîka û hewldanên dewleta Tirk weke Misir ew neçar in xetên xwe yên sor ên ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî biparêzin, tedbîrên xwe werbigirin û got, “Tedbîrên li ser ewlehiya netweyî û parastin, bi dûrxistina dijmin ji ser sînorê xwe dibe. Ewlehiya Misrê ne tenê parastina sînoran e, di heman demê de beralîkirina gefên ji derveyî sînor e. Heta ku nêzî sînorê me be wê metirsiya êrişê ya li ser sînorên me her tim hebe.”
‘TIRKIYE BI RÊYA ENDAMETIYA XWE YA NATO’YÊ DIXWAZE XEYALÊN XWE YÊN OSMANÎ PÊK BÎNE’
Dr. Elûfî bi taybetî bal kişand ser dema 30’ê Hezîranê û got, “Wê rojê serweriya Îxwanî Muslîm ji holê rabû û piştî wê demê êrişên di ser Lîbyayê re li dijî welatê me zêde bûn, gef û metirsî zêde bûn. Di meseleya bendava li Etiyopyayê de gef zêde bûn, ev gef hemû ji aliyê ‘odeyeke operasyonê’ ve tê birêvebirin.
Belê Erdogan ketiye ser rêyeke bi vî rengî. Berê gelek welat di bin serweriya Osmanî de bûn û niha jî Erdogan dixwaze vî xeyalê Osmanî pêk bîne. Dixwaze vê yekê jî bi rêya endametiya xwe ya NATO’yê bi cih bîne. Îxwanî Muslîm (Birayên Misilman) ji bo van armancên xwe yên qirêj bi kar tîne. Yanî karên xwe yên dagirkeriyê, qirêj bi bikaranîn Îxwanî Muslîm dixwaze pêk bîne.
‘DERFETÊN ABORÎ Û LEŞKERÎ YÊN TIRKIYEYÊ KÊM BÛYE’
Divê ev yek bê zanîn; Tirkiye ji aliyê derfetên aborî û leşkerî ve lawaz bûye, lewma hêza Tirkiyeyê nîne ku ji bilî Tirkiyeyê devereke din îdare bike. Tirkiye di destê hêzên navneteweyî de bûye çoyê gefxwarinê. Ew ço jî wê bi demê re bêbandor bibe. Baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Bakurê Iraqê, Bakurê Sûriyeyê û Lîbyayê rewa nînin. Ev baregeh wê bi demê re rabin an jî bên rakirin.”
‘GEL Û HÊZÊN HERÊMÊ DIVÊ LI DIJÎ ERDOGAN HELWESTEKE TUND NÎŞAN BIDIN’
Generalê teqawîtbûyî Dr. Mûhammed Zekî al Elûfî işaret bi girîngiya helwesta gelên herêmê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir û got, “Pêkanîn an jî pêknehatina projeyên Tirkiyeyê bi nerazîbûn û helwesta gelên herêmê ve girêdayî ye. Pêwîste li dijî Erdogan helwesteke tund bê nîşandan, ji ber ku Erdogan ji bilî vê yekê ji tiştekî din fêhm nake.
Erdogan dixwaze bikeve herêma Sed El Cefra ku ji aliyê petrol, gaz û avê ve dewlemend e. Li wê herêmê her wiha balafiregeha navneteweyî heye û dixwaze vê derê ji bo armancên xwe bi kar bîne. Yê ku vê balafirgehê bi dest bixe wê bandoreke mezin li Lîbyayê bike. Ji Kurdistanê heta Sûriye, Iraq û Lîbyayê hêzên herêmê, gelên herêmê divê li dijî Erdogan helwesteke tund nîşan bidin.”