Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo, gavên ji bo tifaqa Şengalê û Êzidîxanê tên avêtin, dîsan hewldanên vegera îradeya berê ya Şengalê ya ser bi PDK’ê û rewşa Şengalê ji Rojnews’ê re nirxand.

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye;

– Hûn hewldanên vegera îdareya Şengalê û helwesta gel a li hemberî vê îdareyê çawa dinirxînin?

Di dema derbas bûyî de xwestin hinek guhartina li Şengalê bikin. Di dawiya meha Cotmehê de îdareya berê ya ku Şengal terik kiribû xwest carek din, bi rêya waliyîtiya Mûsilê desthiladariya xwe li ser Şengalê ferz bikin. Li  ser vî esasî ketin nava hewildana. Li Tilafer û Mûsilê gelek hevdîtin bi rayedaran re pêk anîn, bê ku raye gel bigirin. Tevî ku çend caran ji pişt gel reviyane û terka gel kirine, xwestin carek din xwe bikin xwediyê Şengalê. Lê, li hember vê îdarê  gel hişyar bû û dest bi xwepêşanadn kirin. Rênedan ev îdare derbasî Şengalê bibe.

Piştî bi dawîhatina desthilatdariya Sedam Hisên, hakimekî Amerîkî yê bi navê Birême Meclîsên tevaya Iraqê bêyî ku raya gel bigire, bi xwe çend kes diyar kirin û meclîs dane avakirin. Di vir de gelo çawa Iraq dikare bêje, ez Iraqek demokratim ku ji sala 2004’an heta niha kes nehatine guhertin.

Di sîstemên cîhanê de  dema xizmet bê kirin, helbet wê kêmasî û pêşketin çêbibin. Wê siyaset were guhartin, lê li Iraqê ev tişt nayên guhartin û pêşketin çênabin. Sedemê vê jî ewe ku nûner ne ji aliyê gel ve têne hilbijartin. Gel jî rastî zor û zametiyan tê. Ev yek dibe sedama têkdana rewşa Iraqê. Gel rû bi rûyî komkujiyan tê ku komkujiya herî mezin jî ya Şengalê bû.

PDK’ê  qaymeqamê Şengalê li gorî berjewendiyê xwe erkdar dikir

Piştî PDK  li Şengalê bû desthiladar, li gor xwe îdareya Şengalê da avakirin. Çend caran ji ber qaymeqaman  li gor berjewendiyên PDK’ê tevnedigeriyan diguhartin. Rêveberiya ku ne li ser xwestekên gel were avakirin neqanûnî ye. Ji ber ku ev îdare berî ku were Şengalê diçin hevdîtina bi Meclîsa Mûsilê re dike. Meclîsa Şengalê jî di dema fermanê û hatina DAIŞ’ê de terka gel kirîbû û reviya bû.

Banga ji bo tifaqê

– Li hemberî van planên li ser Şengalê hene, çi hewldan hene?

Piştî hewildanên vegera îdareya berê ya Şengalê, hişyar bûnek di nava gel, partên siyasî û serokeşîrên Şengalê de çêbû. Bi pêşengiya Meclîsa xweser a Demokratîk  a Şengalê  du lîjne hatin avakirin. Yek ji bo têkiliyên derve û yek ji bo têkiliyên hundrîn hatin avakirin. Di encama civînek ya li gel tevahiya partiyên siyasî, pêkhateyên Şengalê li Serdeştê hatin avakirin. Ji ber ku tevahiya pêkhateyên Şengalê, di vê lîjneyê de cih digire, divê ew nûnertiya Şengalê bike. Em di vir bang li tevahiya alî û serokeîrên Şengalê dikin destek bidin vê tifaqê ku hatiye avakirin. Ji bo ku bikarin nûnertiya gelê Şengalê bikin. Li hemberî komployên li ser gelê Şengalê rawestîn.  

‘Divê gelê me ji bo mafên xwe li ser piyan bin’

Gelo ev lîjneyên ku hatine avakirin, heta niha çi kar dane meşandin?

Piştî ku ev lîjne hatin avakirn serdana gelek cihan kirin. Çiqas em bêjin kêm  bû jî, lê serdana Bexda û Mûsilê kirin. Gelek hevdîtin bi cihên peywendîdar re çêkirin. Xwestekên gelê Şengalê  û xwepêşanderan gihandin cihên peywedîdar. Lê ev tenê bi têrê nake. Divê gelê me bi xwe jî ji bo mafê xwe d nava çalakiyan debe û li ser piyan bin, heya mafê xwe bi dest dixin.

‘Hêvî dikin ku gelê me ji bo Êzidxanek serbixwe kar bikin’

Gelê Êzidî herî zêde li wargehên koçberan dijîn, banga we ji bo wan çiye?

Ji xwe piştî fermanê îdareya berê  ya Şengalê ofîsa xwe li Herêma Kurdistanê vekir. Niha vê  îdareyê ji bo gel dest bi civînan  kiriye. Dixwaze gel ber bi xwe bikêşe. Gelê me xwedî dîrokekî pir bi berxwedanî û xwedî xîret e. Em nizanin çiqas dilê gelê me yê li Başûr jiyan dike, li ser Şengalê heye, lê em dizanin ku çawa di bin desthilatdariya Asayîşa Herêma Kurdistanê de mane û zext li wan têne kirin. Lê, dîsan em bi gel xwe bawerin ku wê neyên xapandin. Wê xwe ji siyaseta wan a qirêj dûr bixin. Em bang li tevahiya gel û rewşenbîrên xwe dikin ku destekê nedin kesên ku xizmeta gelê me nakin. Em hevî dikin ku hemû gelê me ji bo Êzidxanek serbixwe kar bikin.