Bi pêşengtiya Yektiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) bi sedan ciwanên Herêma Firatê bi armanca şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin ku 20 sal in di ser de derbas dibe meşek li darxistin.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPR, YJC‘ê hatibûn hildan û pankartên bi nivisên “Bi rihê berxwedana Efrînê li hember komployê serî hilde” hatibûn vekirin. Di heman demê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe, Ji Ocalan re azadî û bijî Berxwedana Serdemê” dihatin berzkirin.
Meş ji Qada Aştî dest pê kir û li Qada Jina Azad bi mîtîngekê bi dawî bû.
Li Qada Jina Azad ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.
Paşê li ser navê Yekitiya Ciwanên Rojava Agirî Ararat axivî û got:” Em komploya li ser seroketê şermezar dikin û em dibêjin em weke ciwan û weke jin em ta dawiyê vê komployê qebûl nakin û em ê Rêberê xwe azda bikin.”
Mêtîn bi durişmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Çalakiyên ciwanên ên bi armanca şermezaririna komployê heya dawiya meha Cotmehê dê berdewam bike.