Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravê, li peravên rojhilatê welêt 3 bûyerên cuda qewimî ne

Hat ragihandin ku yekîneyên ewlekariya peravê 29 cenaze ditîne û 11 koçberan rizgar kirine.

Hat diyarkirin ku koçber ji Welatên Afrîkaya Bin Sahrayê ne.

Roja 23’ê Adarê jî hatibû ragihandin ku li peravên Tunusê keştiya ku koçber tê de bûn noqî avê bûye û 5 kesên bi eslê xwe ji Afrîkaya Bin Sahrayê jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî winda bûne.

Beriya mehek serokê Tunusê Kaîs Saîd koçberên Afrîkaya Bin Sahrayê weke berpirsê zêdebûna sûcên li Tunusê tawanbar kiribû.

Li Tunusê ku nifûsa wê 12 mîlyon e, tê texmînkirin ku nêzikî 21 hezar koçberên Afrîkaya Bin Sahrayê hene.