Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen eşkere kir ku ji ber lehiya 26’ê Cotmehê li gundwarên Binarê Qendîlê gelek zirar çêbûne. Hesen banga alîkariyê kir û got ku pêwîstî bi alîkariya avakirinê heye.

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen, derbarê zerar û ziyanên lehiya ku di 26’ê Cotmehê de li Binarê Qendîl çêbûyî , rewşa piştî lehiyê û kampanya alîkariyê ya ji bo welatiyên Binarê Qendîlê dane destpêkirin, ajansa me Rojnews’ê re axivîn.

‘Hate niha lehiyekî bi vî rengî li Binarê Qendîl pêk nehatiye’

Mihemed Hesen işaret bi ziyana ji ber lehiyê çêbûye kir û got; “Di dîroka 26’ê mehê de, di encama lehî û baranekî mezin de bi giştî ji 5 deverên Binarê Qendîlê 3 deveran zirarên mezin dîtin. Bûyerên bi vê rengî di her derê cîhanê hene. Ev herêm ji ber sedema ku zehmetiyên av û hewa xwe, pir caran bi bûyerên bi vî rengî çêdbin. Lê bûyera vê carê pir cûdatir e. Li gor gotinên kesên şarezayên hewanasiyê ne, di sedsala borî de lehiyek bi vî rengî di vê navçê de çênebûye. Di her sê herêmên Navdeşt , Sûredê û Balayan ev bûyer bandorê wî zêdetir bûye. Her yek ji gundê Qirnaqaw, Pirmemke, Berawa, Biredê di dola Sûredê de ne. Her wiha di Navdeştê de jî gundê Enzê, Lewja, Bokrîskan, Zergelê, Pirdaşal, Gocar û Birgirke hene. Di heman demê de hemû gundên dola Balayan zirarê pir mezin dîtine.”

’15 pir xirabûne’

Hesen, di derbarê rewşa dawî ya piştî lehiya ku li Binarê Qendîl rabûyî de jî ev agahî dan: “Pir û riyên ku bi giştî tên bi karanîn hemû xirabûne. Zirarên ku çêbûne gelekin, bi giştî li Binarê Qendîl niha 15 pir xirabûne, her wiha projeyên avê zirarên mezin dîtine û bûne sedemê qûtbûna ava 15 gundan. Ceyrana her sê dola bi giştî qûtbûye. Cokên avdaniyê yên ku baxçe û rêzên gundan pê tên avdan bi temamî xirabûne. Her wiha 3 nexweşxaneyên gel, 3 mizgeft, 2 dibistan bi temamî xirabûne. Ji ber xirabûna dibistanan ev demeke niha proseya xwendinê bi giştî li Binarê Qendîl hatiye sekinandin. Di heman demê de zirar û ziyanên ku gihîştiye gel gelek e, ku bi dehan dolim baxçe û rezên gundiyan wêran bûye. 15 mal bi temamî xirabûye. Nêzî 30 mal bi sedema ku lehî ketiye mala wan bi temamî xirabûne. Bi dehan ajal, mêşên hingiv û milk û erebeyên gundiyan ji ber lehiyê çûne.”

Hesen eşkere kir ku piştî sê rojan ji nû ve tîmên girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine cihê lehiyê û wiha domand; “Weke şaredariya Binarê Qendîlê di destpêkê de me tîmên xwe yên kar xistin dewrê. Di destpêkê de hewildanên me ew bûn ku rêyên sereke werin vekirin, ji bo ku em xwe bigîhîn hemû cihên ku bûyer çêbûne. Em di vê karê xwe de serketî bûn. Me di 24 saetên destpêkê de hemû rêyên sereke vekir. Çend bûyerên wek asêmayîna malbat û hinek erebeyan hebûn piştê 3 rojên destpêkê me ew jî çareser kir. Bi sedema zerarên zêde me bangawzî kir, ji bo aliyên peywendîdar ji bo ku ji me re alîkar bibin. Ji bo ku bikarin torên xizmetguzariyê çêbikin. Cihê kêfxweşiyê ev heta astekî erênî bûye. Piştê 3 rojên bûyerê hikûmeta Herêma Kurdistnê jî hat ser xet. Bi şandina çend tîman niha çend ciyan bi me re ji bo vekirina riyan alîkarin. Lê, belê ji alîkariyê zêdetir ya girîng avakirin e. Ji ber ku zirar û bûyer pir mezin e.”

‘Ji ber sedema zirarên zêde me dest bi kampayayê kir’

Hesen, derbarê kampanya ya ku bi navê ‘Ji bo ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê tu jî bibe alîkar’ jî wiha got; “Piştî hefteyekî bûyerê niha rewş asayî bûye. Lê belê ji ber zirarên zêde me wek şarevaniya Binarê Qendîlê û Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê kampanyayekî ji bo alîkarî û ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê daye destpêkirin. Banga me ji bo gelê me yê herçar perçeyên Kurdistan û Ewropayê re û saziyên civakî û kesayetan re heye ku ji bo avakirina Binarê Qendîlê bibin alîkar. Ji ber alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê planekî demkiye. Ji bo çareserkirina destpêkê ye û planekî demdirêj nîne. Lewma me ev kampanya ragihand.”

‘Ji bo ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê bi me re alîkar’

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen ji bo ji nû ve avakirina Binarê Qendîlê ev bang kir; “Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û yên derveyî welat dikin ku ji bo ji nûve avakirina Qendîlê bi me re bikin alîkar. Ji ber ku tiştekî ku welatiyên Binarê Qendîlê niha pê debara xwe bikin nemaye. Ji bo welatî jiyana xwe berdewam bikin bibin alîkar.”