Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî got: “Li gel hebûna hêzên herêmî yên dagirker çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Divê Tirkiyê ji xaka Sûriyê were derxistin, gelê Sûriyê li ser masya diyalogê rûne û aloziyê nîqaş bike.”

Girêdayî destûra Sûriyê û danîna nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê endamê Meclisa Hevserokatiya MSD`ê Hesen Mihemed Elî ji ajansa me re axivî.

Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe de got: “MSD wek nûnerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dîtin. Nêrînek wê yê diyar ji aloziyê re heye. MSD`ê nexşerêya vedîtina çareseriyek giştî ji aloziya Sûriyê pêşkêşî Rûsyayê kir. Bingeha çareseriyê, diyaloga Sûrî-Sûrî ye. Lê rejîma Sûriyê bi awayekî baş bersîv neda. Ji ber wê divê bi tevahiya pêkhateyên Sûriyê re li ser masayekê rûnin.”

Mihemed Elî wiha domand: “Qebûlkirina aliyê din ê danûstandinê û rêzdariya pêşniyarên wî, dê astengî û zehmetiyên ku temenê aloziyê dirêj kirin kêm bike. Her wiha divê sedemên derketina wê werin analîzkirin, eşkerekirin û li ser masya diyalogê werin nîqaşkirin. Wê demê dê hemû çareseriyên giştî ji aloziyê dê bên dîtin. Eger berovajî wê pêk hat, dê çareseriyên demkî derkevin holê. Nûnerên hikumetê gelek çareserî pêşkêş kirin, lê negihaştin çareseriyek giştî ji aloziyê re. Sûriye hewcedariya çareseriyek bingehîn û demdirêj e. Divê destûrek nû ji Sûriyê re were dayîn da ku mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê misoger bike û bihêle her pêkhateyek bi zimanê xwe biaxive û fêr bibe. Her wiha divê avakirina partiyan azad be.”

‘Li gel hebûna dagirkeriya Tirk çareserî ne pêkan e’

Mihemed Elî diyar kir ku Tirkiyê hinek herêmên Sûriyê dagir kirin e û wiha got: “Heta ku herêmên Sûriyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de bin çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e. Beriya vedîtina çareseriyê divê dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê were derxistin, gelê Sûriyê li ser masayekê rûnin û aloziyê nîqaş bikin.”

Hesen destnîşan kir ku komxebatên diyaloga Sûrî-Sûrî yên ku MSD organize dike, gelek nêrîn pêşkêş kir dibe ku bibin rêgezên sereke yên destûrê.

Mihemed Elî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi gelê Sûriyê re bicivin û em ê hewl bidin kongreyek ji opozîsyona Sûriyê re û tevahiya gelê Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin. Ev jî dê piştî lidarxistina gelek hevdîtinan û nîqaşkirina gelek mijarên girêdayî destûra Sûriyê û çareseriya aloziyê dê pêk werin. Piştre em ê berê xwe bidin lidarxistina kongreyek ji opozîsyonê re.”

(şx)