Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê Ahmet Aksû ye. Kekê Aksû Dundar Aksû got, “Grevên birçîbûnê wê hîn çiqasî ji nedîtî ve bên? Divê dawî li tecrîdê bê anîn û grevên birçîbûnê biqedin.”

Yek ji zindaniyên ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Ahmet Aksû yê 25 salî ye.

Malbata Aksu berî 30 salî ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma li Edeneyê bi cih bibe. Ahmet Aksû jî li Edeneyê ji dayik bû, piştî ku dibistana seretayî qedand tevî kekê xwe di emrê zarokatiyê de dest bi kar kir. Ji boyaxkirina pêlavan heta firotina simîtan Aksû di her karî de xebitî. Ji ber welatparêziya malbatê, hîn di emrê destpêkê yê ciwantiyê de tevlî karê ciwanan bû. Aksû heta 20 saliya xwe bi rengekî çalak tevlî karê ciwanan bû. Piştre li derveyî Edeneyê ji xwe re karek dît û ji malbatê veqetiya. Piştî ku çend mehan vegeriya malê, bi îdîaya ku ‘dema ne li malê bû çûye çiyê’ hate destgîrkirin û girtin.

Tevî şahîd û delîlan jî Aksû hîn girtî ye. Aksû ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Aksû bi rêya malbata xwe peyamek şand û gilî û gazin ji bêdengiyê kir: “Tevî her tiştî jî moralê me baş e. Hin hevalên me hene ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş dibe. Em ji bo wan bi fikar in, ne ji bo xwe.”

Kekê Aksû Dundar Aksû jî got, berpirsyarî li ser girtiyan hatiye hiştin û diyar kir, “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye jî. Daxwaza bidawîkirina tecrîdê hêviya ji bo aştî û aramiyê ye. Nabe ku ev daxwaz bê nedîtin. Grevên birçîbûnê rê li ber mirinê vedikin. Wê hînê heta kengî nebînin? Divê tavilê dawî li tecrîdê bê anîn û grevên birçîbûnê bi dawî bibin.”