Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi wesîleya salvegera 105’an a Qirkirina Seyfo daxuyanî da û diyar kir, “Em dewleta komara Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin, ku ev komkujî amade kir, pêk anî û hîn jî bi gotina ‘qaşo’ vê yekê nas nake.”
Konseya Rêveber a Kongreya Gelan a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist, ku beriya niha bi 105 salan, Împaratoriya Osmanî gelên Xiristiyan ên xwecihî yên erdnîgariya Anatolî û Mezopotamyayê qir kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di qirkirinê de 1.5 milyon Ermen, nîv milyon Asûr-Suryan hatin qetilkirin. Bi sed hezaran mirov ya kirin Misilman ya jî ji cih û warê xwe kirin û neçar hatin hiştin ku li çar aliyên cîhanê belav bibin. Cmiyeta Îttîhat Terakkî, Teşîkati Mahsûsa û Alayên Hamîdiye ku piraniya wan ji eşîrên paşverû yên Kurdan pêk dihatin, li dijî mirovahiyê sûc kirin.” Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Zîhniyeta dewletê ya Komara Tirkiyeyê ku dewama qirkirina beriya 105 salan e, heman zîhniyet e. Serokkomarê ku sembolê vê dewletê ye, hîn jî ji gelên ne Misilman re dibêje ‘gawir’ ku ev yek pirsgirêkeke mezin e. Ji mirovên li qadan kom dike û ji mirovên li televîzyonê lê temaşe dike qala yek milet, yek welat, yek dewlet û yek ziman dike. Ji van girseyan re dibêje ji bilî Tirkan kes nîne. Yanî înkarê dewam dike.
Dewleta TC di dema salvegera qirkirinê de dibêje, divê mirov vê mijarê ji dîroknasan re bihêlin, ev karê dîroknasan e. Dîroknas ne tenê ew kes in dîrokê dinivîsînin. Yên ku pratîka wê jiya ne, dîroknasên herî mezin in. Di nava Asûr-Suryanan de jî bi sedan şahidên vê komkujiyê hene. Sed sal in qala vê yekê dikin û vê êşê dijîn. Divê dewleta TC bi van kesên ku ev êş dîtiye diyalogê bike û hevdîtinê bike. Bêyî destpêkirina vê diyalogê û rûbirûbûna bi 1915’an re, bêyî qebûlkirina qirkirinê û xwestina lêborînê ji qurbaniyan, ji Ermen, Asûr-Suryan û gelan, heta ku dêr, gund, keşîşxane, dibistan û malên wan radestî wan neyê kirin ev birîn wê neyê girtin û li qada navneteweyî wê timî bibe belayê serê Tirkiyeyê.
Di sala 105’an a Qirkirina Seyfo de em dewleta komara Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin, ku ev komkujî amade kir, pêk anî û hîn jî bi gotina ‘qaşo’ vê yekê nas nake.”
Em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku heta ev qirkirin bê qebûlkirin têkoşîna me ya li dijî vê dewleta nîjadperest wê bidome.”