Ji bo hilbijartina di 3’ê Mijdare de ya ku wê li DYE’yê were kirin heta niha 10 milyon kesan deng dan.

Li gorî agahiyên malpera Electîons Project a Zanîngeha Florîdayê 10 milyon û 296 hezar û 180 kesan bi rêya posteyê û mafê ‘dengdana pêşwext’ de dengê xwe dane.

Tê diyarkirin ku asta dengdanê li ser ya sala 2016’an e. Hilbijartina di 3’ê Mijdarê de wê di navbera Trûmp û Joe Bîden de pêk were.

Li gorî anketan Bîden li pêş e lê dibe ku encama sindoqan ji ya anketan cihêtir be.