Endamê Tîma Parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed, parêzer Nerîman Ehmed ragihand ku zêdetirî 10 caran e, ji bo dîtina Silêman Ehmed serlêdan kirine, lê destûr nedane ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Parêzer Nerîman Ehmed, derbarê hewlên ji bo hevdîtina li gel Silêman Ehmed û eşkerekirina çarenûsa wî, ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; Hemû serlêdnaên me û helwdanên me hatin red kirin. Destur nedan ku em dosya muwekîlê xwe bibînin û bixwînin.

Astengkirina hevdîtina li gel Silêman Ehmed binpêkirina yasayê ye. Eger mirovek, ji bo tiştekî bê sûcdar kirin, divê parêzerê wî hebe û dosya wî bikare bixwîne. Lê desthilatdariya herêma Başûr, xala 144, ya yasaya dadweriya Iraqê bin pê dike. Li gorî vê yaseyê tu hêz nikare bêyî parêzer îfadeyan bigire.