Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp li Qesra Serokkomariyê ya Fînlandiyayê li hev rûniştin.
Pûtîn û Trûmp beriya li hev rûnên daxuyaniyeke kurt dan çapemeniyê û li pêş kamerayan bi destê hev girtin. Trûmp got, “Bala cîhanê li vê derê ye. Ji bo hevdîtinê bêsebr im.”
Pûtîn jî got, “Dem hatibû ku em li ser têkiliyên xwe û gelek meseleyên zehmet ên gelek neteweyên li cîhanê eleqedar dikin, biaxivin.”
Tê payin ku Pûtîn û Trûmp piştî hevdîtinê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.