Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin hevdîtin kirin.

Hevdîtinên heyeta HDP’ê yên li DYE’yê hefteyekê dom kirin. Ozsoy û Beştaş bi vexwendina hevpar a Komîsyona Mafên Mirovan Tom Lantos a Kongreya DYE û Yekîtiya Parlamentan a Navneteweyî (IPU) hatin vexwendin û di vê çarçoveyê de li Washingtonê hin hevdîtinên dîplomatîk kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hatin ragihandin, endamên heyeta HDP’ê Ozsoy û Beştaş bi malovaniya Komîsyona Tom Lantos brîfîngek dan. Her wiha der barê rewşa Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter û siyasetmedarên li Tirkiyeyê girtîne agahî parve bikin.

Heyetê her wiha bi endamên Senato û Meclîsa Nûneran, Wezareta Karên Derve, Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê û nûnerên gelek saziyên fikrê re hevdîtin kir.

Buroya Çapemeniyê diyar kir ku di hevdîtinan de rewşa siyasî ya rojane ya li Tirkiyeyê, mijarên demokrasiyê, dewleta hiqûqê û pirsgirêkên li qada mafên mirovan, her wiha biryara jinûve girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP’ê, têkiliyên Tirkiye-DYE û rewşa li Sûriye û Rojava hatin nirxandin.

Her wiha li saziya Projeya Demokrasiyê ya Rojhilata Navîn û Konseya Têkiliyên Derve civîn hatin kirin û rewşa siyasî ya li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn hatin nirxandin.