ÎDIR – Kadîfe Ateş ku hevjînê wê Behçet Ateş ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku divê tenê ne dayik her kes bitêkoşe. Li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê, Behcet Ateş ê 39 salî û bavê 4 zarokan ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Ateş, di 13’ê Nîsana 2017’an de hatiye girtin û 3 sal û nîv ceza lê hatiye birîn. Hevjîna wî Kadîfe Ateş, diyar kir ku tansiyona hevjînê wê kêm dibe û êdî nikare ji nav nivînan derkeve. Ateş, got: “Ji bo li ber nekevim hevjînê min behsa tenduristiya cwe nake. Tenê dibêje grevên birçîbûnê li dijî bêhiqûqîtiyê ne. Lê dibînim, rengê wî zer bûye û zihîf bûye. Katarak di çavê wî de hebû, beriya bê girtin tedawî dibû. Lê niha ji ber grevên birçîbûnê nexweşîna çavê wî girantir dibe. Niha rewşa gelek girtiyan di asteke krîtîk de ye. Ji ber çalakiyê hevjînê min û hevalên xwe tedawiyê qebûl nakin. Dibêjin heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike. Her diçe jiyan ji bo wan zehmetir dibe. Lê xwedî vîneke xurt in. Divê rojek berî rojekê dawlet gavina bavêje.” ‘BILA HER KES XWE TÊXE ŞÛNA OCALAN’ Ateş, destnîşan kir ku li her derê cîhanê mirov li dijî tecrîdê derdikevin û ew bawer dikin ku wê têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê bi ser bikeve. Ateş, diyar kir ku divê her kes qiyasnefsiyê bike û got: “Em li derve ne, li mala xwe ne. Lê wexta em adiz dibin em diçin cem cînarên xwe, xizmên xwe. Lê Birêz Ocalan ev çend sal in tê tecrîdkirin û nahêlin kes wî bibîne. Hevdîtin, mafê herî sereke yê girtiyan e. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd kesekî pir hêja ye. Bila her kes xwe têxe şûna Birêz Ocalan. Li gor vê divê bertek nîşan bidin. Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Kesên xwedîwijdan divê bibin dengê Leyla Guven û girtiyan. Li dijî tecrîdê 8 kesan dawî li jiyana xwe anî. Çi dibe bila bibe divê dewlet kesî tecrîd neke. Heta niha ti zilm nema li me nehat kirin. Li dijî vê mirov êdî bedena xwe didin ber birçîbûnê.” ‘TENÊ NE DAYIK DIVÊ HER KES BITÊKOŞE’ Ateş, got: “Ez dayik im. Dilê min diêşe. Wexta em li ser sifrê rûdinên zarok behsa bavê xwe dikin. Wexta nehatibû girtin tim ji bo zarokên xwe li tembûrê dixist. Tim dibêjin ‘wê bibe wek berê, em ê bi bavê xwe re bistirin?’ Êdî divê ev tecrîd bi dawî bibe. Li ber çavan zarokên dayikan dihelin. Li qadan tenê dayik têdikoşin. Tên derbkirin, tên binçavkirin. Divê tenê ne dayik, her kes bitêkoşe. Em jî dixwazin biha bê, zilm biqede. Em her roj bang li dewletê dikin. Bila xwe li kerîtiyê daneynin. Bila dengê gritiyan, Leyla Guven û dayikan bibihîsin.” MA / Ayşe SurmeParve bike:
Hevjîna Ateş ê di greva birçîbûnê de: Tenê ne dayik divê ker kes bitêkoşe
