Ji ber ku vîrûsa korona ya nû Covîd-19 li bajarê Wûhan ê Çînê meha Kanûnê der bû û li cîhanê belav bû, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rexneyên tund li vî welatî kiribû. Serokê DYE’yê Donald Trûmp Çîn sûcdar kiribû ku şewb ‘veşartiye’, pêkanîna karantînayê bi derengî xistiye meriyetê û bi vî rengû bûye sedem ku şewb li tevahiya cîhanê belav bibe.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE’yê de hate ragihandin ku wezîr Mîke Pompeo bi rêveberê payebilind ê Partiya Komunîst a Çînê Yang Jîechî re bi telefonê axiviye.
Hate îdîakirin ku Pompeo di axaftinê de gotiye, “Ji bo têkoşîna li dijî Covîd-19 û şewbên gengaz divê zelalkiyek û parvekirina agahiyan hebe.”
Di axaftinê de her du aliyan destnîşan kirin ku li dijî şewbê divê hevkarî bê xurtkirin.
Li gorî nûçeya di medya Çînê de hate weşandin, Yang Jîechî gotiye, “Rêveberiya Pekînê amade ye ku agahiyan û tecrûbeyên xwe yên li dijî Covîd-19 parve bike.”