Agahiyên ku çeteyekî DAIŞ’ê dane, hevkariya DAIŞ û Tirkiyê eşkere dikin
Girtina gelek çekên barkirî yên Tirkiyê li her du benderên Misrata û Ximsê yên Lîbyayê di sala borî de, bûn kilîta eşkerekirina dosyaya mudaxeleyên Tirkiyê di dewletên Ereban de û belavkirina tevliheviyê. Tirkiye ji desteka DAIŞ’ê hewl dide li herêmê bi bandor be û di siyasetên xwe de li dijî dewletên mîna Misr, Erebistana Siûdî û Îmaratê bazaran bike. Lîbya jî mînakeke vê tevliheviyê ye.
Endamê parlamentoya Lîbyayê Ebû Bekir El-Beîre di nîvê meha Kanûna borî de ragihandibû ku hêzên Lîbyayê di kêmtirî 5 mehan de gelek çekên Tirkiyê li Bendera Misrata girtine. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye êrîşeke terorîstî ya mezin li Lîbyayê plan dike. El-Beîre bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayekî lezgîn mudaxele bike û kesên ku qanûnên navdewletî binpê dikin, ceza bike.
Ruxmî ku hikumeta Lîbyayê dosyayên piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst re ku ewlehiya Lîbyayê binpê dikin, eşkere kiribû, lê dîsa jî hikumeta AKP’ê bi serkêşiya Erdogan careke din hewl da çekan bişîne Lîbyayê. Di hefteya borî de hêzên Lîbyayê li Bendera Misratayê, di keştiyekê de ku ji Tirkiyê tê, çek desteser kirin.
Berdevkê artêşa Wetanî ya Lîbyayê El-Emîd Ehmed El-Mismarî daxuyanî da û got Tirkiye berpirsa tevlihevî û bêaramiya Lîbyayê ye û ev tişt anî ziman: “Em berpirsyariya wêrankirina ewlehî û aştiya Lîbyayê, êrîşên terorê û bûyerên kuştinê di nav refên artêşê û parêzeran de dixin stûyê Tirkiyê.”
El-Mismarî diyar kir ku Enqere bi piştgiriya terorîstan biryara Meclisa Ewlehiyê binpê dike, tevî wê jî biryara Lîbyayê ya taybet ku derbaskirina çekan ji welêt re qedexe dike, binpê dike. El-Mismarî Tirkiye bi serkêşê fermî yê terora li herêmê wesifand.
Çeteyekî DAIŞ’ê ku li Lîbya û Sûriyê şer kiriye, desteka Tirkiyê ji DAIŞ’ê re eşkere dike
Yasîn Bûxatim Osman ji taxa El-Tedamun a paytexta Tunisê ye. Ji ajansa Hawarê re girêdayî rêwîtiya xwe ji Tunisê ber bi Lîbya û Sûriyê ve û çawaniya tevlêbûna xwe ya nav çeteyên DAIŞ’ê vegot. Yasîn di şerê Reqayê de xwe radestî QSD’ê kiribû.
Osman da zanîn ku piştî ‘Birayên Musliman’ hatin ser desthilatdariya Tunisê, bi serkêşiya Raşid El-Xenûcî, çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Tunisê belav bûbûn, ji bo ku ciwanan tev li DAIŞ’ê li Sûriyê û Lîbyayê bikin, kon vedidan. Li wir Osman çeteyên DAIŞ’ê nas dike.
Osman tekez kir ku ew bi awayekî filî piştî daxuyaniyên serokê Tunisê Raşid El-Xenûcî ku dibêje ‘cîhadîst û kesên radîkal birayên me ne’, tev li DAIŞ’ê dibe. Piştî wê Osman bi rêya Facebookê bi çeteyekî DAIŞ’ê re ku li Sûriyê dimîne, bi navê Ebû Abdullah El-Tunisî diaxive û ew jê dixwaze tev li DAIŞ’ê bibe. Piştî wê Ebû Abdullah rêyekê nîşanî wî dide da ku bigihîje Lîbyayê li gel çeteyekî DAIŞ’ê bi navê Ebû Cebel.
Osman diçe herêma Benî Welîd a Lîbyayê û piştî 22 rojan diçe kampekî li beyarê ji bo perwerdekirina çeteyan. Li gorî gotinên Osman kampên perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê li herêma Sibrata, Zentan û Benî Welîd li Lîbayê ne. Osman diyar kir ku li kampeke berfireh li beyarê ya li Misratayê hatiye perwerdekirin.
Osman bi bîr xist ku wî li ser destê Ebû Îslam El-Lîbî û Ebû Welîd perwerdeyên olî dîtine. Navê berpirsê leşkerî jî Ebû Îsmaîl El-Misratî bûye. Heta 25 rojan Osman perwerdeyên şerîeta îslamê dibîne, piştre derbasî dewreyên leşkerî dibe. Osman destnîşan kir ku kesekî ku digot ew ji Filistinê ye lê bi zaravayê Lîbyayê diaxivî, ew perwerde kirine. Di dawiya perwerdeyên leşkerî de Osman birîndar dibe û wî vediguhêzin Nexweşxaneya El-Sefwa ya Misratayê û li wir 22 rojan dimîne.
Piştî ku Osman ji nexweşxaneyê derdikeve, wî bi rêya pasaporteke Lîbyayê dişînin Tirkiyê. Osman heya 3 mehan li nexweşxaneya Medicana International a navçeya Beylîkduzu ya bajarê Stenbolê dimîne. Ev nexweşxane ya hevjîna serokê Tirkiyê Emîna Erdogan e.
Çeteyên DAIŞ’ê yên Afrîkî bi desteka Tirkiyê bi rêya Lîbya-Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin
Di dirêjahiya vegotina xwe de Osman tekez kir ku rêya Lîbya –Tirkiyê ya hewayî ji çeteyên DAIŞ’ê re vekirî ye. Ew dergeha derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ya Afrîkayê ji Tunis, Mexrîb, dewletên El-Mexrêb El-Erebî û Afrîkayê ber bi Sûriyê ve ye.
Osman da zanîn ku ew bi rêya balafireke taybet ji bo birîndarên DAIŞ’ê ji Lîbyayê çûye Tirkiyê û ev tişt xuya kir: “Dema em derbasî balafirê bûn, hemû rêwî birîndarên DAIŞ’ê bûn. Ez matmayî mam lê di heman demê de ez vehesîm ji ber ku ez ditirsîm ku bêm girtin.”
Pêşwazîkirina birîndarên çeteyan li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê
Osman destnîşan kir ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê gelek ambulansên Tirkiyê li benda birîndarên çeteyan rawestiyabûn. Osman diyar kir ku her birîndarek an jî 2 di ambulansên cuda de li ser nexweşxaneyên Tirkiyê hatin belavkirin û ew birine nexweşxaneya Medicana International.
Osman eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyê di bin çavdêriya MÎT’a Tirk de tev digerin û di nav nexweşxaneyan de wan diparêzin û wiha domand: “Carekê hewcedariya min bi bijîşkê sinîran hebû û divê ez rakirama nexweşxaneyeke din. Dema ez çûm, îstixbarata Tirkiyê bi min re bû.”
Osman dema dermankirinê bi dawî dike û piştî 4 mehan wî vediguhêzin oteleke li rex nexweşxaneyê. Piştî 2 rojan wî dişînin maleke li Stenbolê ya li hêla Ewropayê. Osman li wir 3 rojan dimîne. Paşê bi çeteyekî DAIŞ’ê re bi navê Ebû Musab El-Iraqî wî bi rê dikin Rihayê. Li wir jî kesek bi navê Îbrahîm Xelîl wan pêşwazî dike û vediguhezîne cihekî ku çeteyên DAIŞ’ê tevî jin û zarokên xwe lê dimînin.
Bi alîkariya artêşa Tirk û îstixbarata Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn
Piştî çend rojan bi erebeyan wan vediguhêzin sînorên Tirkiye – Sûriyê û di bin parastina artêşa Tirk de derbasî Sûriyê dibin. Osman destnîşan kir ku artêşa Tirk ji bo hêsankirina derbasbûna çeteyan ji Sûriyê, têla ser sînor rakiribû û herêm vala kiribû. Osman ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: “Em bi erebeyên ‘Van’ derbas bûn heta ku em gihîştin rêyeke axî. Li aliyê din çekdarên DAIŞ’ê li benda me bûn. Ji bo hêsankirina derbasbûna jin û zarokên çeteyan, artêşa Tirk têl rakirin û rê ronî kir.”
Girê Spî û Cerablus; korîdora lojistîk a DAIŞ’ê
Osman tekez kir ku her du herêmên Cerablus û Girê Spî bi korîdorên fermî yên derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê re di bin çavdêriya artêşa Tirk û îstixbarata wê de dihatin hesibandin. Osman destnîşan kir ku hemû pêdiviyên leşkerî ji çek, firokeyên dîmen kişandinê, alavên leşkerî û qebde ji Tirkiyê bi awayekî fermî bi rêya Girê Spî û Cerablusê derbasî Sûriyê dibûn.
Di dawiya vegotina xwe de Yasîn Bûxatim Osman destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê petrola herêmê bi rêya sehrîcan bi awayekî veşartî li herêma di navbera Cerablus û Girê Spî re derbasî Tirkiyê dikir.