Di ser şehadeta Gurbetellî Ersoz re 21 sal derbas bûn. Gurbetellî Ersoz di 11 Tîrmeha 1965’an de li bajarê Elezîz navçeya Palo gunde Akbûlût ji dayîk dibe. Bavê wê li Almanyayê kar dikir. Navê Gurbetellî li ser esasê ku bavê wê li xerîbiyê dima, hate dayîn. Gurbetellî Ersoz bi hemû ked û bawerî di rojnamevaniyê de mîrateyek ji şopdarên xwe re hişt. Bi cesaret û tevgera xwe di kevneşopiya ragihandina azad de ji bo hemû jinan bû pêşeng.

Gurbetellî Ersoz li Tirkiyeyê yekemîn derhênera jin a weşana giştî bû. Gurbetellî Ersoz di nav şert û mercên herî zehmet de di rojnameya Ozgur Gundemê de nivîsand. Bi gelek çewisandin, êrîş û girtinan re rû bi rû ma. Her wiha di sala 1995’an de tev li tevgera azadiya Kurd dibe û navê Zeyneb Agir li xwe dike. Di gelek cihan de wekî fermandar û rojnamevan tev digere. Gurbetellî Ersoz di 8’ê Cotmeha 1997’an de di êrîşên PDK’ê de li çiyayê Garê yê girêdayî başûrê Kurdistanê şehîd dikeve. Rojnivîsa Gurbetellî Ersoz piştî şehadeta wê bi navê ‘Yuregimi Daglara Nakşettim’ (Min dilê xwe li çiyayan neqş kir) wek pirtûk tê weşadin.

Der barê salvegera şahadeta Gurbetellî Ersoz de hevrê û hevpîşeyê wê Ozgur Serhat ji ajansa me re axivî.

Di nav zextan de li pey derxistina heqîqetê dikeve

Ozgur Serhat di destpêka axaftina xwe de salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz bi bîr xist û wiha got: “Gurbetelî Ersoz îro di her alî de ji bo ragihandinê bûye xet û sembol. Di kesayeta Gurbetelî Ersoz de berxwedan, eşqa azadiyê, hezkirina kar û keddayîn, di kesayeta wê de kom bûbû. Heval Gurbetellî pêvajoya herî zehmet dest bi ragihandinê kiribû. Cara yekemîn li Tirkiyeyê rêveberiya weşana giştî heval Gurbetellî kiriye. Hevala Gurbetellî bi cesareta xwe di nav zextên dewleta Tirk a dagirker de rastî her tim dinivîsand. Bi sekna xwe bûye mînaka hemû rojnamevanên jin.”

‘Di nav şerê giran de berxwedana parastina kenê dikir’

Ozgur Serhat di sala 1996’an de li Zapê Gurbetellî nas dike. Her wiha rewşa we demê Ozgur Serhat wiha tîne ser ziman: “Min li Zapê nû dest bi karê rojnamevantiyê kiribû. Dewleta Tirk a dagirker li herêma Zapê êrîşên pir dijwar dimeşandin. Heval Gurbetellî li Zapê fermandarî û rojnamevanî dikir. Heval Gurbet kesayeteke rûken, bimeraq bû û lêgerîna wê gelek hebû. Coşbûna heval Gurbet her tim hêzeke mezin dida derdora xwe. Her tim lênûsk û pênûs di destê wê de bû û notên xwe bê navber digirtin. Heval Gurbetelî di karê xwe de pir cidî û hesas bû. Xwesteka wê her tim ku karê xwe bi serkeftî pêkanîn bû. Di nava wî şerê giran de rûkeniya xwe her tim diparast.”

‘Sembola xwedîderketina li nirx û pîvanan bû’

Ozgur Serhat çîrokeke xwe ya bi Gurbetellî Ersoz re wiha ji me re parve dike: “Demekê min û hevalekî karekî gelekî zehmet dikir. Bê navber bi armanca xilaskirina karê di destê xwe de dixebitîn. Heval Gurbetellî jî em dişopandin. Piştî ku me karê xwe bi dawî kir, em çûn xwarinê bixwin. Li wir heval Gurbetellî ji me re got ‘We niha xwarin heq kir.’ Ez wê gotina we tu carî ji bîr nakim. Mirovên ku kedê nedin, nikarin nirxê wê fêm bikin. Axaftinên hevala Gûrbet ji bo min pîvan in.”

‘Mîrateya Gurbetellî ragahandinê pêş dixe’

Ozgur Serhat da zanîn ku Gurbetellî ji bo pêşxistina ragihandinê gelek ked dida û wiha pê de çû: “Heke îro ragihandina me gihaştiya asteke bilind, mîrateya hevala Gurbet bê gûman heye. Heval Gurbetellî Ersoz ji bo hemû jinên rojnamevan sembol e.”

Peyama Gurbetellî Ersoz: Kes nikarê heqîqatê tarî bike

Ozgur Serhat der barê rojnamevaniya jinan de dibêje şopdariya Gurbetellî didome û dê her bidome û wiha pê de çû: “Rojnamevanên jin ên Kur, gihaştine asteke herî mezin. Li her cihî rojnamevanên jin ên Kurd hene. Ew jî encamnameya mîrateya heval Gurbetellî ye. Ez bawer im di xeyalên heval Gurbetellî de jî ku gelek jin di lidarxistina heqîqetê de cih bigrin, hebû. Xwesteka hevala Gurbetellî ew bû ku bi pêşengiya jinên Kurd rojnemevanî bi pêş bikeve. Bi taybet li rojavayê Kurdistanê rojnemevanên jin ên Kurd wekî şehîd Dilîşan Îbiş, şehîd Eylûl li başûrê Kurdistanê, şehîd Denîz Firat, Nûrsel Înce û gelek jinên rojnamevan li ser şopa heval Gurbetellî meşiyan. Bi sedan şopdarên Gurbetellî li pey heqîqetê ne. Heval Gurbetellî her tim peyama kes nikare heqîqate tarî bike, dida.”

‘Bi mîrateya Gurbetellî heqîqat tarî namîne’

Di dawiya axaftina xwe de Ozgur Serhat diyar kir ku wekî rêheval û hevpîşe Gurbetellî şopdarên heqîqetê û rêya wan in û wiha got: “Em bi mîrateya hevala Gurbetellî, nahêlin heqîqet tarî bimîne. Ji bo azadiya jinan tu carî heqîqetê bernadin.”

ANHA