Komara Gel a Çînê di dehan salên dawî de bi rêk û pêk mezin bû, di dema nêz de ji aliyê aborî ve wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li pey xwe bihêle û bibe hêza sereke ya cîhanê. Li gel xurtkirina têkiliyên aboriyê yên Çînê bi Ewropa û Efrîkayê re, her wiha hewldanên wê yên ji bo serweriya li derya Asya Başûrrojhilat, DYE’yê dixe nava fikaran.

Di dema Donald Trûmp de baceke zêde li gumrukê li ser vî welatî hate ferzkirin û bi vî rengî hewl hate dayin ku valahiya bazirganiya derve ya bi sedan milyar dolarî ya bi vî welatî re bê girtin. Lê ev hewldan bi ser neket. Ji rêveberiya Joe Bîden jî hate ragihandin ku ev hevrikî wê dewam bike.

KOMA XEBATÊ YA LEŞKERÎ-SIVÎL A LI SER POLÎTÎKAYA ÇÎNÊ

Bîden têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo diyarkirina polîtîkayên li dijî Çînê wezîfeyeke nû ji Wezareta Parastinê (Pentagon) re hatiye dayin. Bîden ragihand ku di bin sîwana Pentagonê de wê komeke xebatê ya ji 15 kesan bê avakirin ku ji şêwirmendên leşkerî û sivîl pêk bê. Bîden got, “Ev koma xebatê wê bike ku di pirsgirêkên têkildarî Çînê de em bi lez û bez biryaran werbigirin.”

Bîden diyar kir ku têkildarî karên Çînê pêwîstî bi hevkariya Demokratan û Komargeran a li Kongreyê heye û got, “Bi vî rengî em ê karibin li ber zor û zehmetiyên Çînê rabin.”

Tê payin ku koma xebatê ya di bin sîwana Pentagonê de herî dereng di nava 4 mehan de gavên divê werin avêtin pêşkêşî Wezîrê Parastinê Lloy Aûstîn bike.