Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, diyar kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî tê kirin, gardiyan davêjin ser qawîşan, jimariya di nîzama leşkerî de tê kirin, pirtûk û nameyên wan nadin wan û ji ber ew li dijî binpêkirinên mafan derdiekvin îdareya girtîgehê cezayê hucreyê li wan biriye.

Dadgeha Cezayê Giran a 8’an a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propganadaya rêxistinê” 9 sal û 2 meh ceza li Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran birî. Baran li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Osmaniyeyê dimîne. Baran, nameyek ji parêzerê xwe Suleyman Kaya re şand û di nameyê de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kirin.

‘LÊGERÎNA TAZÎ HAT FERZKIRIN’

Baran, diyar kir ku piştî girtegha Amed û Hîlwanê ew birine Girtîgeha Osmaniyeyê û got: “Çawa çûm Girtîgeha Osmaniyeyê hema demildest min birin odeyekê. Personelên mêr li ber derî û yên jin jî li hundur ez kişandim quncikekî. Paşê heman personelan xwest ez kincên xwe ji xwe bikim. Wexta min li ber xwe da bang li personelên mêr kirin û gotin kincên xwe ji xwe nake. Personelên mêr jî gotin ‘wê ji xwe bike. çawa jixwe nake.’ Bi darê zorê kincên min ji min kirin. Paşê xwestin rabim û rûnêm, wexta li hemberî vê jî derketim bijîşk gef li min xwarin. Hemû hevalên jin ên tînin vir, bi vê pêkanînê re rû bi rû dimînin.”

Baran, anî ziman ku wexta wê dibirin qawîşê li korîdorê gardiyanên mêr bang kirine gotine ‘PKK’yiyek tê’ û xwestin bi vê rê li ber lînckirinê vekin. Baran got: “Şeş meh û nîv in ez li vira me. Hevalên min ên beriya min 3 mehan hatine vir bênavber bi çewisandinn derûnî, tacizan û êrîşên fizîkî re rû bi rû dimînin.”

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, anî ziman ku pirtûk, name û wêneyên xwezayê yên ji wan re tên şandin nadin wan û bi ser de jî der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin. Baran, diyar kir ku kupurên rojnameyan jî qedexe ne û roj heye du caran lêgerîna qawîşê tê kirin û hemû qawîş tê belavkirin û têla cilên wan ên bin tê jêkirin.

‘JIMARIYA DI NÎZAMA LEŞKERÎ DE TÊ FERZKIRIN’

Baran, diyar kir ku radyo li qawîşên din ne qedexe ye, lê belê li ya wan qedexe ye û got: “Rojê 3 caran jimariya li ser piyan tê kirin. Serê sibeê saet di 8’an, ber êvarî saet di 5’an û êvarî jî saet di 7’an de jimariya di nîzama leşkerî de tê ferzkirin. Wexta em vê yekê qebûl nakin bi sandalyeyan li me didin û derdixin derve. Bi vî awayî rojê du caran em bi darê zorê derdixin hewadariyê. Êvaran jî bi vî awayî ji bo jimariyê me radikin. Wexta em nîzama leşkerî qebûl nakin, der barê me de girtekan dinivîsnin û em bi cezayê hucreyê û cezayê pêwendîdanînê tên cezakirin.”

‘LI HUVREYÊ HATIM DERBKIRIN’

Baran, anî ziman ku dema ew jimariya di nîzama leşkerî de qebûl nakin ceza li wan tên birîn û got: “Ji dosyeya Sûrê 62 roj cezayê hucreyê, salek jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Helîn Yapici û 63 roj cezayê hucreyê û salekê jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Leyla Elma ya ji doza TKP/ML’ê girtiye hat birîn. Ez jî ji roja ku hatime du caran cezayê hucreyê li min hatiye birîn. Cara ewil di 20’ê Hezîranê de min xistin hucreyê, lê belê belkî hundirê wê salan e nehatiye paqijkirin. Bi sedan qutikên cixareyan hebûn û bi saetan min ew şûşt. Gardiyanên mêr bi newresiman pace girtin û bê hewa mam. Çay jî nedan, gotin qedexe ye. Di 25’ê Cotmehê de dîsa min xistin hucreyê. Li derveyê hucreyê du motorên klîmayê hatibûn montekirin û 24 saetan ew deng dihat min. Ji ber li hucreyê cihekî ku firaq lê bên şûştin tune bû, min xwest xwarina min di tebeqê de bê dayîn. Kesên dixin hucreyê xwarina wan di tebeqê de didin. Lê gotin tu yê firaqa li tuwaletê bişoyî, lê ji ber min ev yek qebûl nekir3 rojan xwarin nedan. Di 28’ê Cotmehê waridya êvarî de gardiyanekî êrîşî min kir û ez avêtim nav hucreyê. Piştî şideteke devkî û fizîkî du gardiyanên jin bi milên min girtin û gotin ’em ê sekinandina li ser piyan hînî we bikin’ û bi zorê ez rakirim ser piyan. Piştî bûyerê min xwest bi perpirsiyarê wardiyayê re hevdîtinê çêbikim. Berpirsiyarê wardiyayê jî bi heman hêrsê bi ser min de hat û got ‘tu ji dewletê ne mezintir î, tu yê li gorî qaîdeyên dewletê tev bigerî. Wê mazgalê bigirin.'”

‘WEXTA ÎŞKENCE DIKIN KAMERAYÊ DIGIRIN’

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, diyar kir ku çi bê serê wan berpirsiyar îdare ye û got: “Ji bo jimariya serê sibehê bi kamerayan hatin, lê wexta bi şidetê bi ser me da hatin kamera tune bûn. Lê di jimariyên asayî de kamera heye. Ji bo evan pêkanînan gelek caran me daxwazname nivîsandin, lê bêfêde bû. Ji bo sewqê me nivîsand, lê dîsa bêfêde bû. Di 30’yê Cotmehê de ji ber pêkanînên vir min hevdîtin bi midûr re çêkir. Pêşî min xistin hucreyê. Ewilî 11 rojan, cara didoyan 5 rojan cezayê hucreyê li min birîn. Wê hevala Leyla û Hêlîn têxin hucreyê, der barê rewşa wan de şik û gumanên min hene. Li vir hêrseke bê kontrol heye. Çi bê serê me berpirsiyar îdare ye. Me heta niha jimariya di nîzama leşkerî de qebûl nekiriye û em ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin. Ev tişt derî rûmeta mirovahiyê ye û helwesteke rencîdekirinê ye. Bedêla parastina bedêla rûmeta mirovahiyê çi dibe bila bibe, em ê dev ji biryara xwe bernedin û em ê rûmeta mirovahiyê biparêzin.”

Çavkanî Ajansa Mezopotamya AM