Lêgerîna di nav şaredariya Awiskê de bi dawî bû ya ku hatibû desteserkirin. Hevşaredara Awiskê Hatîce Taş got ku “Em ê stûyê xwe li ber wan xwar nekin.”
Şaredariya Awiskê ya Bişêriya Êlihê hate desteserkirin û li şûna hevşaredaran kaymakamê Bişêriyê Sînan Aşçi bi navê qeyyûmtiyê li ser şaredariyê hate peywirdarkirin.
Jendirmeyan dora şaredariyê girtin û di avahiyê de polîsan dest danîn ser gelek ewraqan.
GEL: HÛN ÎRADEYA ME DESTESER DIKIN
Hevşaredar Hatîce Taş û endamên meclîsa şaredariyê ev desteserkirin protesto kirin. Jendirmeyan gef xwarin ku divê girse li ber şaredariyê nesekinin û gefa êrîşkirinê xwarin. Hevşaredar Taş jî diyar kir ku ew ê gelê xwe biparêzin. Yekî ji nav gel nerazîbûn nîşanî jendirmeyan da û got ku “Hûn îradeya gel desteser dikin, em vî tiştî qebûl nakin.”