Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer li navçeya Baglarê hate destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsînekê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin, piştî destgîrkirina Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî li mala xwe ya li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê ji aliyê polîsan ve hate destgîkririn. Piştî lêgerîna malê polîsan, Hevşaredar Ozer bir Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Hevşaredara Bismilê Ozer jî hate destgîrkirin
