Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Hevşaredara navçeya Tûşba ya Wanê Ayşe Mînaz serê sibehê li mala xwe di serdegirtinê de hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Mînaz di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bûbû Hevşaredara Tûşbayê. Lê belê bi hinceta îxraca hevşaredar Yilmaz Berkîn bi biryarnameya di hukmê qanûnê de, YSK’ê mazbata li şûna wê dabû Salî Akman ê AKP’î.