Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, vê sibehê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê destpê kir. 14 kes ji heman dozê tên darizandin. Lê tenê Akiş beşdarî dozê bû. Piştî tespîta nasnameyan danişînê destpê kir.
Mehmet Siddik Akiş di danişînê de parastina xwe kir, destnîşan kir ku dozger, polîs û dadgerê wê demê yên ku dosya amade kirin endamên FETO’yê ne û dosye jî bi awayek siyasî hatiye amadekirin û got:
“Ez dibêjim; dosyeya ku îro kirine rojev jî siyasî ye. Ez serbilind im. Ez 53 salî me û bi salane têdikoşim û ezê her têbikoşim. Min bihîst ku der barê min de nûçeyên dibêjin ‘wê bireviya’ hatine weşandin. Tu rastiya vê tune ye, heta niha nereviyame û ezê nerevim. Min çi kiribe ez li ser hemû kirin û gotinên xwe me. Di warê siyasî de min wezîfe û erka li ser milê xwe pêk aniye. Ez li hemberî we bi awayek serbilindî sekinîme. Min got aştî, xwişk û biratî, wekhevî, azadî… Min hemû jiyana xwe li ser vê bingehê hûnandiye. Ezê ji niha şûn ve jî wiha berdewam bikim. Ez ji girtinê û hepsê natirsim. Ez bi serbilindî li hemberî we sekinîme. Ez ji we ne beraetê ne jî tehliyeyê dixwazim.”
Mehmet Siddik Akiş di dawiya parastina xwe de jî wiha got:
“Ez dixwazim ku îdianame ji nû ve bê amadekirin. Çima çar meh berê, salek berê darizandina min nehat kirin, lê gelo niha tê kirin? Ez dizanim ku ev darizandin siyasî ye. Min heta îro ji bo berjewendiyên gelê xwe her tişt kir û ji bo gelê me wezîfeya xwe bi şeref pêk anî.”
Piştî parastina Akiş, parêzerên wî dest bi parastinê kirin.