Li gorî encamên ne fermî, DEM Partî, li navçeya Riha, Curnê Reş şaredarî bi dest xist.

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 730 dengan bi serketin.

Namzetê AKP’ê jî 7 hezar û 420 deng girtin.

Hevşaredarên DEM Partî, li ber avahiya partiyê spasiya gel kirin.

Garîp Yeşîl axivî û got; Em spasiya hemû şêniyên Curnê Reş dikin. Em vê serketinê deyndarê jinên Curnê Reş in. Bi taybetî li jinan, li tevahiya xelkê Curnê Reş pîroz be.

Serhan Paydaş jî axivî û got, “Me tecrîda li ser Curnê Reş bi hev re rakir. Zêdeyî 5 sal in ev mejî xizmetê tenê ji alîgirên xwe re dike. Em ê ji sibe û pê ve xizmetê ji tevahiya xelkê Curnê Reş re bikin.

Paydaş ragihand ku ew encamên hilbijartinê diyarî siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk dikin ku beriya 30 salî hate şehîdkirin.