Xelkê Hîlwanê bo cara duyemîn 2’ê hezîranê çû ser sindoqan, dengê xweda dempartiyê

Îro hevşaredarên navçeya Riha Hîlwanê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş mazbata girtin û dest bi kar kirin.

Her du hevşaredaran li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan, çapemeniyê.

Ji hevşaredaran Xerîb Yeşîl serkeftina xelkê Hîlwanê diyarê berxwedana Colemêrgê kir û da zanîn ewê heta dawî li gel xelkê Colemêrgê bin.