Fazela Mohamed ku ji hevrêyên Nelson Madela ya doza Kurd jî ji nêz ve dişopîne û bi Rêber Apo re dilsoz e.

Dosta Kurdan Fazela Mohamed radigihîne ku ew jî tevli pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûye û dibêje;

Ji bo çareseriya pirsa Kurd û azadiya Kurdan biserketina pêngavê gelekî girîng e.

Fazela Mohamed der heqê ezmûn û tecrûbeyên têkoşîna Arfîkaya Başûr mînakan dide û dibêje:

Em ji têkoşîna xwe dizanin, heke lîderê mirov di esaretê de be, ji bo aştiyê jî ti zemînek çênabe.

Çawa di mînaka Mandela de xwe nîşan da, encax bi azadiya Ocalan proseseke aştiyê dest pê bike.

Em baş dizanin heta Ocalan di esaretê de be, gelê Kurd jî wê azad nebe.

Hevseroka Enstîtuya Kurd a Afrîkaya Başûr Fazela Mohamed weke şertê esasî yê prosesa aştiyê jî azadiya Rêber Apo nîşan dide û dibêje;

Bi mezinkirina pngavê û çalakiyên domdar em dikarin hedefa xwe pêk bînin.

Ev pêngav li seranserî cîhanê bi xwe re liv û tevgereke derxist holê.

Niha karê me divê ew be ku em vê pêngavê mezin bikin. Ji bo wê jî hem gelê Kurd û hem jî dostên vî gelî divê zêdetir têbikoşin.