AMED – Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, bertek nîşanî girtina Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi yê ji ber xebatên siyasî û Komeleya Sarmaşikê hat girtin da û got: “Ev operasyon li dijî hilbijartina herêmiye. Lê emê bi hêztir beşdarî hilbijartinê bibin.”
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê Cotmehê de, di operasyona navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat de, polîsan bi awayek hemwext bi ser 200 navnîşanan de girt û ji 151 kesên biryara binçavkirina wan hebûn, 141 kes binçav kirin. Ji 141 kesan Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi jê di nav de 25 kes hatin girtin.
Çamçi, li ser ixbarek navê wê veşartî “Ezel” bi hinceta başdarî çalakiyên xebatên partiya siyasî bûyîn, daxuyanî dayîna çapemeniyê, xebatên Komeleya Sarmaşik a bi KHK’ê hat girtin û beşdarî merasîma cenazeyên PKK’iyên jiyana xwe ji dest dayîn bûyîn, hat sûcdarkirin û şandin girtîgehê.
JI ÇAMÇI PEYAM
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Çamçî, piştî hat girtin bi navbeynkariya parêzerên xwe ev peyam ji hevalên xwe re şand: “Bi dil û can dibêjim merhebe. Ji bo ku hûn xwedî erk û berpirsiyartiya xwe derbikevin, êdî hincetek we ya din jî heye. Mijareke din a girîng, gelek hevalên me yên jin hatin girtin. Ji ber vê divê hûn bi hêztir û piştgiriyek mezintir xwedî li bername û peywirdariyên Hevseroka me HDP’ê Fîlîz Bûlûttekîn derbikevin. Bi hêviya rojên azad, ez we hemû hevalên xwe bi rêzdarî silava dikim û serkeftin dixwazim.”
‘ÊDÎ HIKUMET PIR TENGAV BÛYE’
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, bertek nîşanî girtin Çamçi û endamên partiyê da û wiha axivî: “Operasyona navenda wê Amed, li dijî rêveber û endamên partiyê yên di 24’ê Hezîranê de serkeftin bi dest xistin, bû. Bi operasyonên wiha hewl didin bi dosyeyên naverokên wan vale mûxalefetê teslim bigirin. Di vê operasyonê de çarek din derket holê ku hikumet tengav bûye û hêza xwe winda kiriye. Ligel girtin û operasyonan jî, emê bi hêztir beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Di vî warî de amadekariyên me hene. Operasyonên siyasî dê bandorê li me nekin. Emê xebatên xwe berdewam bikin. Kesek tenê jî ji me bimîne, emê dîsan jî bi rêxistinkirî beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Faşîzma AKP û MHP’ê di rastiyê de dê bi operasyonan winda bikin.”