Hevseroka HDP’ê ya navçeya Qilabanê Ferîde Ender û du kes hatin destgîrkirin.

Polîsan serê sibê li navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi awayekî hemwext bi ser hin malan de girtin.

Di serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Qilabanê ya Şirnexê Ferîde Ender, Asya Uren û Îdrîs Urun hatin destgîrkirin. Der barê sedema destgîrkirinê de agahî nehatin wergirtin.