Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de, bersiv da pirsên Rojnamevan Berîtan Semsûr.
Besê Hozat got Weşana medya AKP-MHP’ê, rastiyan wajî dike.
Lewma asta heyî ya şer nayê fêhm kirin. Asta şer, asta Gerîlayên azadiyê nayê dîtin.
Êrişên dagirkeriyê li Metîna, Rojavayê Zapê giran in.
Bi zêdehî çekên kîmyewî têne bikaranîn. Her cûre çekên qedexekirî li hemberî Gerilla têne bikaranîn.
Ev çek hemû qedexekirî ne, sûcê şer e. Dewleta Tirk her roj, her deqe, her saetê sûcê şer dike.
Bi balafirên şer, bi tankan jî Herêmên Parastina Medya bombarduman dike.
Li Metîna, PDK’ê rê daye dewleta Tirk.
Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye.
Bi her awayî îstîxbarat û piştgiriya lojîstîk dide.
Ji bo bi pêş ve biçe derfetan pêşkêş dike, rê paqij dike, dide pêşiya dagirkeran.
Artêşa Tirk a dagirker, li Metîna gelek kuştî dane.
Gerillayên azaidyê, li hemberî pêşveçûna dijmin dest bi pêvajoyeke xurt ya çalakiyan kirine.
Li Zapê jî rewş bi heman rengî ye.
Bi taybetî meha Hezîranê li navenda Metîna li navenda Rojavayê Zapê çalakiyên gelekî xurt hatin kirin.
Dijmin derbên gelekî giran xwarin.
Dîse jî israr dike û şer jî giran dibe.
Besê Hozat got, Rejîma Tirkiyê, di aliyê aborî û siyasî de hilweşiya ye.
Ew hêza xwe nîne ku bi tena serê xwe, li Garê, Qendîlê, Bradost hêzên xwe belav bike.
Ji bo vê jî zorê dide êrîşên hewayî.
3-4 sal in bi çekên qedexekirî bi teknolojiyê şer dike. Lê nikare têkçûna xwe bidê rawestandin.
Dewleta tirk dixwaze û hewl dide YNK’ê jî bîne ser xeta PDK’ê.
Ji ber ku nikare vê yekê bike, dixwaze bi piştrgirya îstîxbaratê, lojîstîkê, serkêşiyê, rêçêkirina PDK’ê encamê bigire.
Di halî hazir de, artêşa dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ketiye nava tengasiyek mesin û nikare derbikeve.