Besê Hozat dibêje; Pergala Îmraliyê ji bo Tirkiyê jî weke senaryoya cehennemê ye.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, anî ziman ku komploya navneteweyî û sîstema Îmraliyê, li ser îmhaya fîzîkî ya Rêber Apo hatin danîn û got:

Li hemberê Rêber Apo komployeke navnetewî hat kirin.

Armanca sereke bi fizîkî îmhakirina Rêber Apo bû.

Komploger di vê armanca xwe de bi ser neketin.

Rêber Apo bi pêşbînî û feraseta xwe, bi berxwedana xwe ev pûç kirin.

Besê Hozat, daxuyanî û helwesta dawî ya CPT’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku bi van daxuyaniyan dixwazin rastiya tecrîdê veşêrin. ji CPT’ê ev pirs kir:

Di sala 2022’yan de CPT çû Îmraliyê. Lê di sala 2023’yan de neçû. Çima neçû?

Ev bi serê xwe pirseke mezin e û manîdar e.

CPT bi xwe rewşa Îmraliyê weke tecrîd bi nav kir.

Li Îmraliyê Rêberê gel di rewşa rehîntiyê de ye. lê CPT naçe û li wir lêkolînan nake. çima?

Lazim e CPT sedemavê bi raya giştî re parve bike.

Besê Hozat îşaret bi pratîka sûc a CPT jî kir ku di mijara Îmraliyê di nava sêc de ye û xwest li dijî vê pratîka wê têkoşîn bê mezinkirin:

Tişta ku CPT dike durûtî ye. Li gorî konjonktura siyasî pozîsyon digre.

Di mijara pergala Îmraliyê de jî pratîka wê pratîka sûc e.

Lazim e ev yek zêdetir bê teşhîrkirin. Li dijî vê têkoşîn divê bê mezinkirin.

Bi têkoşînê divê em wan bikşînin ser xeta rast.

Besê Hozat da zanîn ku AKP’ê hewl da sîstema Îmraliyê bike mijara bazariya siyasî û di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de jî ev yek ceriband û got:

Di dema hilbijartinan de rayedarên AKP’ê ji bo Stenbolê lava ji Kurdan dikirin.

Dixwestin Îmraliyê bikin amûreke bazarê.

Hingê ji Kurdan re gotin; Deng bidin Murat Kurum em parêzerek bişînin Îmraliyê.

Rayedarên AKP’ê vê meselê heta vê astê jî anîn.

AKP’ê ewqas bi alçaxî tevgeriya û pergala tecrîdê xwest bixe asta bazarê.

Lê divê bê zanîn ku rewşa Rêber Apo ne ya bazarê ye. Ev talûke ye.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ragihand ku rewşa Rêber Apo ne amûreke bazarê ye û ev hişyarî kirin:

Pergala Îmraliyê çawa qirkirina Kurdan hedef dike, li dijî gelên Tirkiyê jî komplo ye.

Paşeroja gelên Tirkiyê jî tê tarîkirin. Heta ji xwe hatiye tarîkirin jî.

Heke rewş bi vî awayî biçe wê şerê navxweyî derkeve.

Wisa xuya dike ku hêzên cîhanî vê yekê hisab dikin.

Heke ev bibe wê Tirkiye parçe bi be.

Ji ber wê em dibêjin pergala Îmraliyê ji bo gelên Tirkiyê jî weke senaryoyeke dojehî ye.

Lazim e hemû hêzên demokrasiyê, gel, bîr û bawerî li dijî pergala Îmraliyê rabin.

Di dewama bernameyê de Besê Hozat biryarên doza Kobanê jî bi van gotinan dinirxîne:

Armanc tasfiyekirina siyaseta demokratîk e.

Serdema nermbûn û normalbûnê rojeveka şerê taybet e.

Vê gotinê ji bo ku mûxalefetê bêbandor bikin dibêjin.

Desthilat polîtîka xwe neguhert, gaveke taktîkî avêt.

Di nav desthilatê de lihevketineke cidî heye.

Besê Hozat li ser nasnameya MHP’ê jî van tesbîtan dike:

Ku hûn bixwazin Tirkiyeyê di partiyekê de pênase bikin ev partî wê MHP be.

MHP dewlet bixwe ye, dewleta Tirk a sed salî ye.

MHP ne partiyek e, gladyoya NATO ye.

AKP bi Gladyoyê re tifaq kir, niha desthilat e.

Galdyoya NATO’yê Tirkiyeyê birêve dibe; kontraye, çete ye mafya ye!

Hevsero ka Konseya Rêveber a KCK’ê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî dike:

Gelo bi desthilateke faşîst tê çawa Tirkiyeyê demokratîk bikî?

Hê jî kesî fêhm nekiriye ka CHP wê çi bike.

Normalîbûn ji holê rakirina Tecrîda li Îmraliyê ye.