KCK’ê got “li dijî faşîzma qirker divê gelê me mîna ku li Wanê kir, li Colemêrgê jî bi berxwedaneke topyekûn rabe, bi rengê herî xurt bersivê bide êrişên qirker û desteserkirina îradeya gel.

Heta ku Şaredariyê venegerîne divê nesekine, timî li ser piyan be.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku xelkê Comergê di hilbijartinan de xwedî li îradeya xwe derketiye lê deshilata faşîst xwe li vê negirt.

Hevşaredarê ku bi îradeya gel hate hilbijartin jî bi rengekî dij-hiqûqî hat binçavkirin.

Gelê me, hemû hêzên sosyalîst û demokratîk li dijî vê biryara antî-demokratîk derdikevin.

Em jî vî mejiyê mêtinger û faşîst û dijminê kurdan şermezar dikin.

Piştgiriyê didin van nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê.

Divê bê zanîn ku dixwazin di şexsê xelkê Colemêgê de vîna gelê Kurd desteser bikin.

Ev parçeyek ji êrişên qirkirina siyasî ye û kiryareke faşîst qirker antî demokratîk e.

Hemû kesên xwedî hestiyarî û têgihiştina demokratîk divê li dijî van kiryaran rabin û li kêleka têkoşîna mafdar a gelê Kurd bisekinin.

Heta ji nû ve bidestxistina Şaredariya Colemêrgê, divê ev helwest bê mezinkirin.

KCK’ê got, Bi vê kiryarê re nêzîkatî, mejî û polîtîkaya desthilatiya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê Kurd careke din şênber bûye.

Desthilatiya AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan bi vê polîtîkayê qirkirinê li ser Kurdan ferz dike.

Yekane helwesta li dijî vê zihniyetê têkoşîn e.

Têkoşîn jî ancax bi yekîtiyê dikare were xurtkirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze plana dagirkirinê ku nekarî li Wanê pêk bîne, li Colemergê bi ser bixe.

Ya ku tê kirin ne tenê desteserkirina şaredariya Colemêrgê ye, di heman demê de desteserkirina îradeya gelê Kurd e.

Desthilatî dixwaze li Colemêrgê encamê bi dest bixe û vê yekê li hemû bajarên Kurdan pêk bîne.

Divê li gorî vê yekê, sekneke rêxistinkirî û xurttir were bi pêşxistin.

KCK’ê diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê li hundir û derve polîtîkayeke xwe dispêre dijminatiya li Kurdan û ev nirxandin kir.

Dijminatiya li Kurdan AKP-MHP bi jehrê xistiye, veguherandiye marekî kor ê dev li her kesî dike.

Ji bo Kurd nebin xwedî îrade li ber hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî radibe, êrişan dike û komkujiyan pêk tîne.

Bi rengekî welê tev digere ku ti tişt ne xema wê ye, bi wî şertî ku Kurd xwe bi rê ve nebin û bê îrade bin.

Ji ber vê yekê, li Tirkiyeyê hiqûq bi temamî ji holê rabûye, dewlet bûye çete, mayfa, civak birçî, xizan hatiye hiştin.

Divê hem civak, hem jî pêşengên wê vê rastiyê bibînin û têkoşîna demokrasiyê mezin bikin.

Hevserokatiya Konsraya Rêbeber a KCK’ê li dijî faşîzma qirker banga berxwedaneke topyekûn kir.

Heta ku desthilatî şaredariyê li xwediyên wê venegerîne, divê gelê me timî li ser piyan be, li qadên serhildanê be.

Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz jî divê li refên pêş ên vê têkoşînê bin.

Gelekî watedar e ku hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û azadîparêz piştevaniyê bi gelê Kurd re dikin.

Li ser vê bingehê em bang li her kesên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin dikin ku li kêleka xelkê Colemêrgê û gelê Kurd bisekinin.