KCK’ê rojnamevan Seyîd Evran ê 22’ê îlonê li Qamişlo di encama krîza dil de şehîd bû bîranî û vê nirxandinê kir.

Ji pêşengên tevgera ragihandina Azad Demokratîk hevalê Seyîd Evran şehîd bû. Heval Seyîd şoreşgerekî mezin bû û di sekn û jiyana xwe nîşan da ku rêya fêhmkirina heqîqetê jiyîn û yekbûna bi wê re ye.

Em carek din, di kesayeta Seyîd Evran de, şehîdên demokrasî, şoreşê bi hurmet û minet bîrtinin, soza serketinê nû dikin ku, me daye şehîdan.

Li ser bombebaran û êrişên dewleta tirk jî hevserokatiya KCK’ê wiha got:

Di encama êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji wan deveran jî Qendîl e. Herî dawî balafiran êirşî gundên Enzê û Bokrîskanê kirin.

Di êrişa li ser gundê Enzê wesaîteke xelkê gund hat bombekirin, di êrişa li ser gundê Bokrîskanê de yek ji xelkê gund şehîd bû, yek jî birîndar bû.

KCK’ê ji xizm û xelkê Qendîlê re sersaxî xwest û wiha domand.

Dewleta Tirk bi vê komkujiyê careke din ispat kir ku yekane armanca xwe kuştina Kurdan e. Em van êrîş û komkujiyan bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku xwedî li xelkê Qendîlê derkevin, li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin.

Dewleta Tirk ji hebûna xelkê Qendîlê gelekî aciz e, lewma bi taybetî êrîşî Qendîlê dike. Ji ber xelkê Qendîlê dest ji helwesta xwe ya welatparêziyê bernade, bi êrîşan dixwaze wan têk bibe. Dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker çiqasî êrîş bike wê nikaribe xelkê herêmê yê leheng bitepisîne.”

Hevserokatiya konseya Rêveber a KCK’ê li ser şewata li salona daweta ya li Hemdaniyê jî wiha got:

Ji ber şewata li saloneke dawetê zêdeyî sed mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Vê bûyera bi êş û giran em gelekî êşandine. Bila serê malbat û xizmên wan saxbe, ji birîndaran re şîfa xêre dixwazin. Êşa xelkê Musilê êşa me ye.