KCK’ê şehîdên Komkujiya Mereşê ya 1978’an, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’î û Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an bi bîr anîn
KCK’ê, bi navê Tevgera Azadiya Kurdistanê, di şexsê mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi bîranîn û got; Em dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ev komkujî pêkanîn bi tundî şermezar dikin.
KCK’ê diyar kir ku dîroka dewleta Tirk dîroka komkujî û qirkirinê ye û wiha dewam dike:
Komkujiya Mereşê qonaxek ji rêze komkujiyên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd e.
Ev komkujiya ku ji kuştin û koçberkirina xelkê Kurd-Elewî hate destpêkirin, bi dawî nebûye û di vê serdemê de jî dewam dike.
Yek ji komkujiyên din yên ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan kir, di 20’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê pêk hat.
Gelê me ve komkujiyê, weke Komkujiya Parîsê ya duyemîn binavdike.
Şoreşa mezin û endama konseya me ya rêveber Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin şehîd kirin.
Mîna Komkujiya Parîsê ya yekemîn, ev komkujî jî bû komkujiyeke welê ku dewleta Tirk bi tena serê xwe nekir.
Dewleta Fransayê bi ronî nekirina komkujiyên li Parîsê hîna di bin gumanbarî û tewanbariyê de ye.
Divê dewleta Fransa dest ji veşartina rastiyê berde û bi eşkerekirina rastiyan re komkujiyan ronî bike.
KCKe, destnîşan kir ku dewleta Tirk di 19’ê Kanûna 2000an de li zindanan li hemberî girtiyan komkujî kir û careke din nîşan da ku dewleta Tirk a zalim, bi ti awayî sûd ji mirovahiyê negirtiye.
Di vê serdemê de jî, desthilatdariya AKP-MHP’ê vê rastiya komkujiyan temsîl dike û vê siyasetê didomîne.
Tecrîda mutleq ya li ser Rêber Apo li Îmraliyê bingeha vê siyaseta qirêj e û Rêber Apo dibin îşkenceyê de tê girtin.
Girtî jî li hemberî vê zilmê, li ber xwe didin, çalakiyan dikin.
Divê mirovên li derve, çalekiya girtiyan baş fêhm bikin.
Çalakiya girtiyan, piştgiriya ji bo kampanya navneteweyî ye ya “ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurde.
Lewma bersiva herî rast ew e ku tevlîbûnek xurt ya li kampanyayê çêbibê ye.
Tenê bi vî rengî em dikarin piştgiriyê bidin girtiyan. Divê her kes vê rastiyê bibîne û helwesta xwe bi tevlîbûneke xurt ya li