Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya serdana cejnê de bi gelê Wanê re civiya û di civînê de îşaret bi aloziya li welêt û peywendiya wê ya bi tecrîda li ser Ocalan re kir. Temellî got: “Tecrîda li ser Ocalan, tê wateya tecrîda li ser vîn û aştiya gelê vî welatî. Divê tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin destpê bike.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Wanê ji aliyê hevserokên HDP’ê Yadîşen Karabûlût Umît Dede, Hevserokên DBP’ê Ayla Tarhan û Okeş Kawa, Parlemeterên Wanê Tayyîp Temel, Muazzez Orhan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisac, Aktivîstên TJA, Dayikên Aştiyê, Nûnerên TSK’ê û gel ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziya li navçeya Westanê û şûnde Temellî derbasî avahiya DBP’ê ya Wanê bû û li vir cejna gel pîroz kir.
Temellî, piştî cejna gel pîroz kir der barê geşedanên rojevê de nirxandin kir û wiha got: “Xwezî me tevan bi hevre û bi coşek mezin cejn pîroz kiribûya. Lê em niha êşên mezin dijîn. Bi taybetî tundî û zilma li ser gelê me yê kurd tê meşandin destûr nade nefes bistîne û didome. Ev îktîdar êşê li ser êşê me zêde dike. Nina welat ne cihê cejnê ye, welat cihê şewatê ye. Ji ber ku her der dişewite. Kezeba me, mala me Dersîm dişewite. Pasûr dişewite. Gabar dişewite. Hemû daristanên welat dişewitin. Ev dijminantiya kurdan, mirovan û xwezayê ye. Di nava vî agirî de cejn tê pîrozkirin. Cejna ku em pîroz dikin û bikin tune. Lê cejna ku em hesreta wê ne pîroz bikin heye. Em wê îro bi hevre êşên xwe û birînên xwe derman bikin. Em wê piştgiriye bidin hev. Em wê li dijî îktîdara ceberût bêtir bi hês bisekinin. Em wê bên cem hev û bi hevre li dijî vê zilmê rawestin.”
Temellî, bal kişand ser kuştina 2 kur û bav ên malbata Şenyaşar ku li Pirsûsê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halil Yildiz ve hatin kuştin û wiha got: “Min Emine Şenyaşar a hevserê xwe û 2 kurên xwe winda kir ziyaret kir. Êşa wê aş nebûye. Aş nabe. 3 hevalên me li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavan hatin kuştin. 3 meh di ser kuştina wan re derbas bû, lê hêj bersûcek jî nehatiye binçavkirin û nehatiye darizandin. Dewlet û îktîdar bi vê yekê peyamê dide. Dijminantî wisa kûr kirine ku hemû mekanizmayên edaletê rawestandine. Ji destpêkê de Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Dadê HDP’ê sucdar dike. Kesên edalet, aştî û demokrasiyê dixwaze sucdar dike. Lê em wê bi înat têkoşîna aştî, demokrasî û biratiyê mezin bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, êrîşa li dijî Şengalê jî rexne kir û wiha got: “Îktîdar polîtîkaya şer pir xerab pêş dixe. Hêj êşa DAIŞ’ê li ser şengalê aş nebûye niha jî AKP li dijî Şengalê êrîşê pêk tîne. Tu li wir çi digere. Tu êrişa çi li ser Şengalê dimeşîne. Ma tu alîgirê DAIŞ’ê ye ku tu êrîşî Şengala ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin dike? Niha OSO li Efrînê talan û wêran dike. Êrîşî jinan dike. Tundî û êrîşa li ser Efrînê li tu derê cîhanê tune ye. Ev tev hişmendiya dijminantiyê ye.
Temellî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ev otorîte û şer bi dawî bibe divê berî her tiştî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Divê ji bo tecrîd bi dawî bibe em têbikoşin. Tecrîda heyî tecrîda li ser hevî ye. Tecrîd li ser yekîtî û bi hevre jiyana gelan e. Tecrîda li Îmralî îro bandora xwe li ser hemû welat dike. Tecrîda li Îmraliyê îro hemû welat xistiye bin perê xwe. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî demek berî demekê parêzer bi Birêz Ocalan re hevditin bikin. Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe, divê demek beriya demekê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.”
Temellî, ji bo 1’ê Îlonê roja aştiya cîhanê jî bang li her kesî kir û xwest her kes ji bo daxwazên aştiyê û çareseriya demokratîk her kes bi hevre dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. Xwest hemû kesên li dijî şer, tecrîd û înkarê xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, piştre tevî heyeta HDP û BDP’ê çû malbata Dengbêj Gazin a 58 salî (Rukiye Kızil) ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwest.