Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî Kurdan têk çû, ji bo ku xwe li ser lingan bigre tecrîda li ser Ocalan giran kir. Ozturk da zanîn ku CPT bi sersariya xwe bûye hevkarê sûc yê AKP’ê û xwest CPT li peyîra xwe rabe.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Malbat jî ji 6’ê Cotmeha 2014’an ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê ji van tenê du caran bersiv hat dayîn; malbat di 11’ê Îlona 2016’an û herî dawî jî di 12’ê Çileya 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8’ê Mijdara 2018’an ve didome.

‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN GEL BÊ ÎRADE BIKIN’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk têkildarî mijarê nirxandin kir. Ozturk da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan ji sala 1999’an û vir de bi awayek sîstematîk didome. Ozturk anî ziman ku rêzdar Ocalan îradeya mîlyonan mirovan e û îradeya mîlyonan nayê tecrîd kirin. Ozturk destnîşan kir ku hikûmet bi tecrîda li ser rêzdar Ocalan dixwaze civaka Kurd bê îrade bike û got, tecrîda li ser rêzdar Ocalan di çarçoveya şerê taybet de ji sala 2015’an û vir ve bi rêbazek cuda hate girankirin.

‘DENGÊ OCALAN DENGÊ AŞTIYÊ YE’

Ozturk da xuyakirin ku dema hevdîtin li gel Ocalan dihat kirin Tirkiye di nava aramiyê de dijiya û wiha axivî: “Di sala 2013 û 2014’an de bi hevdîtinên li gel Ocalan re Tirkiye kete qonaxek cuda. Tirkiye ev qonax di nava ewlehî û aramiyê de derbas kir. Ev qonaxa ewle û aram nehat karê AKP’ê û AKP’ê ev serdema aştiyane xirab kir. AKP xwest weke serdemên berê bi çek, tanq û topan Kurdan biqedînin. Lê belê mînak ji serdemên bere jî hene û tu carê ev pilan bi ser nakeve. Kurd bi tundiyê xelas nabe û ev pirsgirêk jî bi tundiyê nayê çareserkirin. Dema ku pilana şer li dijî Kurdan dan destpêkirin destpêkê li Îmraliyê dan destpêkirin û tecrîda li ser Ocalan giran kirin. AKP baş dizane dengê Ocalan dengê aştî û wekheviyê ye. Ji bo vê yekê jî bi şirîkê xwe MHP’ê re tecrîd girankirin.”

‘AKP-MHP TÊK ÇÛNE’

Ozturk bilêv kir ku Ocalan ji bo tevahiya gelên Rojhilta Navîn pirojeyên aştiyê amade dike û wiha pê de çû: “Li dijî Kurdan hemû hêzên kûr yên Tirkiyê bûne yek û li dijî Kurdan şer îlan kirine. Desthilat tişta ku ji bo gelên Tirkiyê re pêşniyar bike tuneye ji bo ku bikarin xwe li ser lingan bigrin Kurdan weke enî bikar tînin. Lê belê ev yek jî ne çare ye û her kes dizane AKP-MHP li hemberî Kurdan têkçûye. Ji ber ku têk çûne niha bi tecrîdê dixwazin têkiliya xurt ya Ocalan bi civakê re qut bikin. AKP dikuje, Ocalan dide jiyankirin. Gelên Rohilata Navîn li gotinek Ocalan dinêre. Gotinek Ocalan dikare aştiya mayînde bine li ser vê axê. Tu berjewendiya tecrîdê ji gel re tuneye, tenê ev tecrîd di berjewendiya AKP û MHP’ê de ye. Sibê ger ku ev desthilata AKP-MHP’ê biçe berdêlên giran dê gelê Tirkiyê bide.”

‘CPT HEVKARÊ SÛC YÊ AKP’Ê YE’

Ozturk da xuyakirin ku CPT bi sersariya xwe bûye hevkarê sûc yê AKP’ê û wiha domand: “Tenê ne CPT, DEMM jî bi biryara xwe ya li dijî îşkenceya Ocalan û biryarên li dijî Kurdan bûye parçeyek ji polîtîkayên hikûmeta AKP’ê. Binêrîn DMME navê wê Dadgeha Mafê Mirovan e lê mixabin li dijî mafê mirovan biryar distîne. CPT bi sar sariya xwe nirxê xwe binpê kiriye. CPT li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan xwe kerr û kor û lal dike. Divê CPT û DMME li peywîra xwe bizivire û peywîra xwe bi cîh bîne.”

‘KILÎDA AŞTIYÊ OCALAN E’

Ozturk anî ziman ku kilîda aştiyê Ocalan e û ev tişt got: “Li Tirkiyê pirsgirêka gelê Kurd heye, tekane muxatabê vê pirsgirêkê jî rêzdar Ocalan e. Kilîda aştiya vê axê jî Ocalan e. Her kes dizane çawa ku tecrîd giran bû, Tirkiye ber bi kaosê ve çû. Hevseroka me ya KCD’ê Leyla Guven û rê hevalên me yên li girtîgehan hemû polîtîkayên AKP-MHP’ê vale derxistin. Hevseroka me Leyla Guven 115 roj in li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê li ber xwe dide. Hevseroka me dema dest bi çalakiyê kir jî anî ziman, ez ji fikir û ramanên Ocalan bi bandor bûme ez ketim nava siyasetê. Niha li dijî Ocalan tecrîdek giran heye. Ji bo ku tecrîd rabe hevseroka me Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.”

‘ÇERXA DÎROKÊ ZIVIRANDIN’

Ozgurk da zanîn ku di serdemên krîtîk û awarte de girtîgeh dikevin dewrê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di sala 1980’an de jî rê hevalên me li dijî faşîzmê dest bi çalakiya mirinê kirin û çerxa dîrokê zivirandin. Di roja îro de jî li cihê ku hêvî qut bû rê hevalên me ketin dewrê. Li hemberî hevalên xwe yên girtîgehan jî divê em rexnedayîna xwe bidin. Tişta ku me ji derve nekir, girtîgehê pêk anî. Eger ku me tecrîd xistiba rojevê, îro hevalên me yên girtîgehê bedena xwe nedidan li ber mirinê. Dema ku pêvajo xirab bû êrîşa yekemin dîsan li dijî girtîgehan pêk hat. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bike û deng bide qîrîna girtîgehan.”