18. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya niha bi çend rojan li Hollandayê pêk hat. Nûnerên KNK, YNK, Goran, rêxistinên Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Suryanî, rêxistinên jinan, Elewî, Êzidî, Zerdeştî Yarsanî, Hewreman û Feyîlî yên li çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Lubnan, Kazakîstan û welatên Ewropayê tevlî civînê bûn. Li ser azadiya Kurdistanê û yekîtiya gelê Kurd nîqaş hatin kirin.

Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd, 18. Civata Giştî ya KNK’ê nirxand û diyar kir, armanca wan li hev civandina partî, rêxistin û saziyên Kurdan e, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye.

PIRSGIRÊKA YEKÎTIYÊ YA PARTIYAN HEYE, NE YA GELÊ KURD

Reşîd anî ziman ku nakokî û pirsgirêkên navbera partiyên Kurdistanî herî zêde dilê dijminên Kurdistanê xweş dike û got, “Bi taybetî Tirkiye û Îran dixwazin nakokiyên nava Kurdan mezin bibin. Ji ber ku naxwazin yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk were.” Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd ragihand, di navbera Kurdan û gelên din ên Kurdistanê de pirsgirêkeke cidî nîne û bi bîr xist ku gelek netewe û gelên ji bawerî û çandên cuda bi hev re dimînin. Reşîd got, “Gelên li Kurdistanê hev nas dikin, hurmetê nîşanî hev didin. Her hes hurmetê nîşanî bawerî û nêrîna hev didin.

Di nava gel de cihêkarî nîne. Dema ku li bajarekî Kurdistanê pirsgirêkek rû bide, ji Silêmanî heta Amedê, ji Amedê heta Mahabadê, ji Mahabadê heta Qamişloyê Kurd piştevaniya hev dikin. Di nava civakê de pirsgirêka yekîtiyê nîne, mixabin ev pirsgirêk di nava partî û saziyan de ye. Ji bo em vê pirsgirêk û kêmasiyê çraeser bikin, ji bo em yekîtiya neteweyî pêk bînin, em ê hîn bi xurtî têbikoşin.”

‘DEWLETA TIRK LI ÎMRALIYÊ DEST BI ŞER KIR’

Reşîd diyar kir, wezîfeya herî mezin a KNK’ê rakirina pirsgirêkên navbera partiyên Kurdistanî ye” û wiha pê daket: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî divê em hîn bi bandor bin. Mirov nikarin bêjin ku di vê mijarê de em gelekî serketî ne, em rexnedayina vê yekê didin gelê xwe. Yek ji daxwazên gelê Kurd ew e ku partiyên Kurd li hev bicivin, li hev bikin û diyaloga neteweyî pêk bîne. Lê mixabin partiyên siyasî di pratîkê de xwe nadin ber vê yekê. Di navbera gel û partiyên siyasî de hin pirsgirêk hene û haya me ji zor û zehmetiya vê heye. Pêkanîna hevsengiya navbera hemû partî û saziyên zehmet e, lê hewldanên me yên ji bo vê yekê dewam dikin.”

Hevserokê KNK’ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, azadiya Ocalan meseleyeke şexsî nîn.e Rêbwar Reşîd wiha dewam kir: “Ocalan ne ji bo şexsê xwe, lê ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Di serî de dewleta Tirk dinya tev zane ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe. Lewma dewleta Tirk li Îmraliyê dest bi şerê li dijî Kurdan kir. Weke KNK, beriya her tiştî ji bo Ocalan azad bibe em ê hîn bêhtir bixebitin.”