Cemîl Bayik nirxandina xwe de dibêje; Gelê Başûr ji Behdînan heta bi Soran berdêl dane.
Pêşmerge, ji bo ku Barzanî û PDK bikevin xizmeta dewleta Tirk, ji bo Başûr bikin wîlayeteke dewleta Tirk şehîd nebûn.
Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd di navbera mirin û jiyanê de derbas dibe û got;
Barekî giring dikevê ser milên ciwanan.
Ciwanên Kurdistanê ciwanên vî gelî ne û dive, ji bo gelê xwe têkoşîn bikin.
Li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê heye.
Li dijî vê qirkirinê erka pêşî ya ciwanan e.
Ji ber ku ciwan paşeroja gelekî diyar dikin.
Eger ku ciwan dixwazin gelê Kurd bidin jiyan kirin lazim e pêşengiyê bikin.
Tevgera Azadiyê tevgereke ciwanan e.
Rêber Apo got; Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî jî temam bikin.
Ciwanên gelê Kurd lazim e vê ji xwe re bikin esas.
Waliyê Sêrtê çi got? Got, li şûna ku tevlî Gerîla bibin bila fûhûşê bikin.
Eşkere got. Ev siyaseta dewleta Tirkiyê ye.
Ji ber ku dixwaze gelê Kurd ji holê rake.
Divê ciwan, malbat û her Kurd li dijî vê zilma mezin têkoşînê bikin.
Erka mezin jî dikevê ser milê ciwanan.
Divê ciwan tevlî têkoşînê bibin.
Riya ku datînin pêşiya gelê Kurd tunebûn e.
Welatparêzî û însaniyet vê yekê qebûl nake.
Banga min ji bo malbatan ewe ku xwedî li hebûna xwe, li rûmet û paşerojên xwe derkevin.
Zarokên xwe li ser rastiya gelê Kurd perwerde bikin.
Divê malbat desturê nedin ku zarokên wan bikevin siyaseta eroîn, ajantî, fûhûş, koçberî, asîmîlasyonê.
Lazim e ciwanên gelê Kurd vê qebûl nekin.
Lazim e hem li cihê xwe têkoşinê bikin, hem jî tevlî Gerîla bibin.