Îro 18’ê gulanê salvegera şehadeta yek ji pêşengên PKK’ê Hakî Karere ku 18’ê gulana 1977’an li Dîlokê hat şehîdxistin.
Rêber Apo Hakî Karer weke “ruhê xwe yê veşartî” pênase dike.
Piştî re jî, PKK 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan a Kurdistanê ragihand.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser kesayeta Hakî Karer ji ANF’ê re nirxand.
Bahsa Heqî Karer, hevaltiya wî ya bi Rêber Apo re, kesayeta wî û bandora wî li nava PKK’ê kir.
Cemîl Bayik bi berfirehî li ser kesayeta Hakî Karer disekine û dibêje;
Rêber Apo di vê pêvajoyê de, di nava lêgerînê de bû, ku şehadeta Hakî Karer çawa veguherîne pêngavekê.
Gotinên bihata gotin û helwesta ku bihat diyarkirin pir zelal bû.
Helbet diviya bû tevger teqez bihata domandin.
Li ser vê bingehê weke pêdiviya dilsoziya bi hevrê, gel, welat, demokrasî, azadî û nirxên azadiyê re, tevger ji qonaxa koma bîrdozî derbasî qonaxa partiyê bû.
Hevserokê KCK’ê diyar dike ku Rêber Apo şehadeta Hakî Karer dike sedema mezinkirina têkoşînê.
Nêzîkatiya Rêbertiyê ya li şehîd tam bi vî rengî ye;
Şehîd wê çawa zindî bimîne? Wê çawa bibe nemir? Bîranîna şehîd wê çawa were temsîlkirin?
Di vê wateyê de di dîroka pêşketina PKK’ê de şehîd her tim cihekî girîng girtiye û her şehadetek bûye pêlika qonaxeke din û pirek.
Şehadeta Hakî Karer jî ji bo tevger ji qonaxa koma bîrdozî derbasî partiyê bibe; bi temamkirina partiyê re dibe xeleka sereke û pirek.
Cemîl Bayik dide zanîn ku Rêber Apo her tim xwe weke deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd hîs kiriye.
Her tim hewl dida vî deynî bide.
Fêmkirina Hakî Karer; fêmkirina PKK û Rêber Apo bi xwe ye.
Zihniyet, şêwaz, çand, exlaq û pîvanên wî ye.
Di vî warî de naskirina kesayeta Hakî Karer tê wateya naskirina Rêber Apo û PKK’ê.
Naskirina Rêber Apo û PKK naskirina Hakî Karer e.
Di dewama nirxandinên xwe de Cemîl Bayik, diyar dike ku bersiva şehadeta Hakî Karer bû sedema geşedanên ku em dikarin girîngiya dîrokî binirxînin.
Çarenûsa gelê Kurd guherî.
Rêxistin, rêbertî û têkoşîna ku serkeftinê misoger dike bi dest xist.
Di vî warî de şehadeta Hakî Karer di dîroka Kurdistanê de bû destpêka qonaxeke nû.
Di şexsê PKK’ê de; li ser vê bingehê yekîtiya hest, raman, ruh û şêwazê pêk hat.
Ji ber ku li ser van taybetiyên mezin pêşketiye û ava bûye, pêkanîna PKK’ê pir mezin bû.
Ger em îro gihîştine van nirxan, van derfetan, pêwîste keda vî hevrêyî esas were dîtin.