Ji îmzekarên “Banga Azadiyê” Hevserokê MEBYA-DER’ê M. Emîn Kiliç, destnîşan kir ku heke azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin û ji bo “Meşa Azadiyê” ya ji bo vê daxwazê tê kirin jî, banga tevlibûnê kir.

Li Amedê di 29’ê cotmehê de gelek partiyên siyasî, komele nêzî 200 sazî, bi daxwaza ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk, bi navê “Banga Azadiyê” deklarasyonek îmze kirin.

Ji îmzekarê “Banga Azadiyê” Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç li ser tecrîda li İmraliyê axivî.

Got: “Heke tecrîd were rakirin dê pirsgirêka kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe.”