Li Silêmaniyê îro hêzên asayîşê nêzî 3 saetan Navenda Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê dorpêç kir û hewl dan ku navendê bigirin. Lê piştî ku bê encam man, ji navendê dûr ketin û 24 saet dem dan Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo ku navendê bigirin.

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Hêzên Asayîşê 24 saet dem da ye me, ji bo ku navendê bigirin. Me ji hêzên asayîşê re gotiye, emê li navenda xwe bimînin. Bila ew bên derî li ser me bigirin û ew navend ji bo me bibe zîndan. Em navenda xwe radestî wan nakîn. Eger bi zorê ev yek kirin jî, emê serî li xwepêşandan û nerazîbûnên demokratîk bidin.”

‘Zextên siyasî li ser me hene’

Mihemed Ebdullah eşkere kir ku zextên siyasî li wer wan hene û wiha domand; “Dixwazin van zextan bi qanûnî bikin. Lê, ew hewldan û biryarane ne qanûnîne siyasî ne. Ev zextane jî ji bo ku têkoşîna me teng bikine. Em xwedî helwestekî siyasî, şoreşgerî û ehlaqî ne. Timî têkoşîna me di çarçoveya hewldanên neteweyî û demokratîk de ne. Desthilata Başûrê Kurdistanê xwe radestî dagirkeran dikin. Bêguman divê li dijî xebat û têkoşîna Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bin.”

Herwiha li Herêma Kurdistanê rê nehatibû dayîn Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbiartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bibe, li ser vê astengiyê Mihemed Ebdulaha wiha got; “Bi riyarekî siyasî nehiştin beşdarî hilbijartinê bibîn. Ew partiyên ku Başûrê Kurdistanê rêve dibin, di bin bandoriya welatên dagirker de, nehiştin Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbijartin bibe. Ji ber ku parlamento cihekî şerê qanûna demokratîk û nedemokratîk e. Cihê şerê hebûna jin û siyasetê ye. Qanûnên derbarê Başûrê Kurdistanê, rewşa niha  afirand.Dibe ku ji ber vê yekê rê nedabin hêzekî weke me beşdarî hilbijartinê bibe. “

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah têkildarî hewldanên ji bo girtina Navenda Tevgera Azadî de jî wiha destnîşan kir; “Di warê hiqûqî de rêyên heyî emê bi kar bînin. Herwiha ji bo rawestîna vê bêhiqûqiyê, hewldanên me yên dîplomatîk ên bi berpirsên vê herêmê re jî berdewam in.”

Di 25’ê Mijdarê de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew partî û rêxistinên siyasî yên ku destûr ji Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê negirtîne wê ofîsên wan werin girtin.

  Hêjayî bibîrxistinêye ku Tevgera Azadî li Iraqê partiyeke fermiye û tevî ku ji sala 2014’an ve jî ji bo fermiyeta li Herêma Kurdistanê bigire, serî Wezareta Navxweyî daye jî heya niha bersiva wê ne hatiye dayîn. Li gorî qanûnên partiyên siyasî yên Herêmê jî eger heya 3 mehan bersiva partiya navborî ya serî lêdan kiriye neyê dayîn, tê wateya erêkirinê û ew partî dikare dest bi kar û çalakiyên xwe bikin.

Ji sala 2014’an ve jî Tevgera Azadî li seranserê Başûrê Kurdistanê xebat dimeşîne û li gelek bajaran jî navendên xwe heye. Lê piştî 4 sal şûnde Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsa fermiyetê dike û biryarek derdixe û radigihîne ku partiyên destûra wan nebin, wê werin girtin.