Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, spasiya her kesên ku li dijî desteserkirina vîna gel hatin Colemrgê kir û got;
Di rojên pêş de li dijî polîtîkayên faşîst yên desthilatdariyê, wê li Tirkiyê û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke mezintir û xurttir bimeşînin.
Colemêrg bajarê jin, ciwan, kedkar û kurdan e.
Colemêrg ya me ye, Colemêrg em in. Hebe hebe ew dagirker in.
Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’.
Li Kurdistanê qanûn nînîn, ferman hene û li dijî kurdan pêk tînin.
Ji bo qanûnên dijminati û fermanên qirkirinê li vê erdnîgariyê bi dawî bibin em ê têkoşinê bikin.
Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû û girse, bi dirûşmeyan ber bi navenda bajêr meşiya.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî, got:
Ev darbeyek siyasiye. Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin. Divê qeyum demildest dest ji peywirê berdi
Hatîmogûllari da zanîn ku ew li dijî qeyûman, li dijî kesên ku îradeya gel dizîne berxwe didin.
Em li dijî bê hiqûqiya Enqerê berxwe didin.
Gelême hiquqa Erdogan ya qeyum qebûl nake.
Gel li dijî qeyûman xwedî li îradeya xwe derdikeve.
Qeyum darbeyek siyasiye, em vê darbeya siyasî qebûl nakin.
Em ê şaredariyên xwe li her derê, ji bo demokasî, mafê mirovan, paşerojên welat û ji bo gelên Tirkiyê biparêzin.
Em dinava gelê xwe de ne û em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin
Hatîmogûllari da zanîn ku sedema tayînkirina qeyûman pirsgirêka Kurd e û got:
Pirsgirêka Kurd, yek ji astengiyên herî mezin ya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê ye.
Heta ku bi diyaloga siyasî ev pirsgirêk neye çareserkirin, li Tirkiyê ne Kurd, ne Tirk, ne Ereb, Laz û Çerkes azad nabin.
Ji bo vê jî, em ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêbazên aştiyane û demokratîk têkoşinê bikin.
Hatîmogûllari herî dawî got;
Divê demildest qeyûm ji wezîfeyê bê girtin.
Cihê darbekaran li wir nîne. Bila qeyûm demildest dest ji pewyirê berdin.
Em ê bi piştevanî û berxwedanê biserkevin. Bijî berxwedana me