Polîsên dewleta Tirk bi fermana serokê faşîst Erdogan dîsa ket pey destkeftiyên gelê kurd.

Şaredariya Colemêrgê ku Dem Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji sedî 53,20 bi ser ket niha ji aliyê vê faşîzmê ve hat dorpêçkirin.

Polîsên dagirkeriya Tirk şevê din saet derdora 11’an şaredariya Colemêrgê ya Dem Partiyê hate dorpêçkirin.

Di saetên serê sibê de polîsên dagirkeriya Tirk, di ser şaredariyê de girtin.

Hat zanîn deriyê şaredariyê hatine şikandin û di şaredariyê de lêgerîn pêk hat.

Kolana ku şaredarî lê û hemû kolanên tên şaredariyê ji aliyê polîsan ve ji trafîkê re hatin girtin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hate binçavkirin.

Parêzerê Mehmet Siddik Akiş, Azad Ozer destnîşankir ku derbarê muwekkîlê wî de dozeke nû hatiye vekirin û li ser dozê biryara veşartî heye.

Li dijî vê faşîzmê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan daxuyaniyek da.

Bakirhan di peyama xwe de ji herkesî xwest li dijî feraseta qeyûman a dagirker helwest nîşan bidin.

Daxuyaniya DEM Partiyê wiha didome

Em vê feraseta qeyûmkar qebûl nakin.

Ev nerazîbûn gelê me jî di 31’ê Adarê de bi rêyên demokratîk nîşan da.

Ev feraseta darbekar ne tenê gefeke li dijî Colemêrgê ye gefeke li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye.

Em bang li herkesê alîgirên demokrasiyê dikin ku li dijî vê darbeyê helwestekê nîşan bidin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî bi heman armancê nerazîbûn nîşan da û got;

Îktîdara ku li ser sindoqan li hemberî îradeya gel têk çû, dîsa li pey xespkirina îradeyê ye.

Bi zora polîsan hewl dide şaredariya me xesp bike.

Em ê li hemberî vê zîhniyetê bi tu awayî serî netewînin.

Banga me li tevahiya derdorên demokratîk ew e ku li dijî vê zîhniyeta qeyûm sekna xwe nîşan bidin.