Tuncer Bakirhan ji bo stratejiya HEDEP’ê got:
Stratejiya me ji bo vê hilbijartinê wê tenê bi ser keve û bi AKP’ê bide windakirin nîn be.
Di hilbijartinên 2019’an de me wisa kir, gelek şaredariyûn bajarên mezin li milê Tirkiyê ji destê AKP’ê hatin derxistin.
Lê di hilbijartina adara 2024’an de em ê li her dera ku hilbijêrên me hene namzetên xwe nîşan bidin.
Bakirhan der heqê pergala tecrîdê de jî got:
Rola birêz Ocalan a di çareseriyê de tê zanîn. Niha bi tecrîdê hikûmet pêşî li çareseriyê digre.
Em ê weke partî li her qad û platfoirmê ji bo ku birêz Ocalan bikaribe tevli prosesê bibe têbikoşin.
Hevseroka HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari jî îşaret bi tifaqan kir û got:
Tifaqa me ya Ked û Azadiyê dewam dike. Lê ev tifaq bi serê xwe nikare bersiv bide demê.
Ji bo wê jî em hewl didin tifaqa xwe berfireh bikin.
Ji bi çareserkirina pirsa Kurd, elewî, jin û ciwanan, ked û karkeran lazim e em tifaqê hîn mezintir bikin.
Encax bi vîawayî em faşîzmê têk bibin û demokrasiyê tanzîm bikin.