Ebd Al-Mehbaş û Bêrîvan Xalid piştî girtina baweriya endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 3’yê meha Cotmehê de weke hevserokên Meclisa Rêveber hatin erkdarkirin. Gelo her du hevserok kî ne?

Ebd Hamid El-Mehbaş kî ye?

Ebd Hamid El-Mehbaş li gundê El-Ehwes ê girêdayî navçeya El-Keramê rojhilatê Reqayê di sala 1973’yan de ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li gund diqedîne û li zanîngeha Helebê beşa parêzeriyê dixwîne û di sala 1996’an de jî bi dawî dike. Zewiciye û 3 kurên wî hene.

Di destpêka salê de weke hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Reqayê hate erkdarkirin. Ji bo hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6/9/2018’an de hatine diyarkirin. Di 3`yê Cotmeha 2018’an de piştî girtina baweriya endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erkdarkirin.

Bêrîvan Xalid kî ye?

Bêrîvan Xalid li bajarê Amûdê di sala 1988’an ji dayîk bûye. Xwendina astên seretayî, navîn û amadehî li bajêr bi dawî dike û ji bo temamkirina xwendina xwe di zanîngeha wêjeyê de beşa zimanê Fransî diçe Heleb. Lê di sala xwendina a sêyem de di 2011’an de aloziya Sûriyeyê destpê dike û beyî ku xwendina xwe biqedîne vedigere Amûdê.

Bêrîvan destpêkê dibe rêveberiya Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê û piştre di salên di navbera 2012-2014’an de dibe berdevka Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava. Di dîroka 1’ê Çileya 2015’an de dibe seroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê. Piştî bicihanîna rêgeza hevserokatiyê di 7`ê Nîsana 2016’an de di hevserokatiya heman desteyê cihê xwe girt.

Di civîna yekemîn a Damezrîner a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6 Îlona 2018’an de, ji bo hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê hate diyarkirin. Piştî girtina baweriya piraniya endaman di 3`yê Cotmehê de li rex Ebd El-Mehbaş weke hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erkdarkirin.

ANHA